Hêzên Îranê êrîşî kolberan kirin
Hêzên rejîma Îranê li herêma Banê êrîşî kolberan kirin. Di encamê de kesek birîndar bû.
Hêzên rejîma Îranê li herêma Banê êrîşî kolberan kirin. Di encamê de kesek birîndar bû.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, li qada Hengejal a herêma Banê ya Rojhilatê Kurdistanê, hêzên rejîmê gule li komek kolberan reşandin. Di êrîşê de kolberê bi navê Rêbwar birîndar bû.
Kolberê bi navê Arîf Adak jî ku dema ji bajarokê Tewêlê yê herêma Hewreman diçû Rojhilatê Kurdistanê krîza dil derbas kir, jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin kolber ji herêma Awayî Jîwarî ya Rojhilatê Kurdistanê ye.