Heyetek ji Başûrê Kurdistan diçe serdana Leyla Guven

Heyetek ji Başûrê Kurdistanê ya ji 5 kesan, piştî ku serdana Nasir Yagiz kir, da xuyakirin ku wê biçin serdana Leyla Guven.

Heyeteke ji Başûrê Kurdistanê ku bi pêşengtiya Endamê Rêveberiya Akademiya Siyasî Dr. Hekîm Evdulkerîm pêk tê, piştî serdana Nasir Yagiz ku ev 111 roj in di grevê de ye daxuyaniyek da û ragihandin ku wê biçin serdana Leyla Guven a ev 124 roj in di grevê de ye.

Dr. Hekîm Abdulkerîm daxuyanî da û diyar kir ku hem ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem jî ji bo serdana Leyla Guven a li dijî tecrîda Ocalan ev 124 roj in di grevê de ye wê serdana Bakurê Kurdistanê bikin. 

Dr. Ebdulkerîm destnîşan kir ku di vê qonaxê de her kesê xwedî şeref û rûmet divê bibe xwedî helwest û dengê xwe derxe û got: "Ev wezîfeyeke neteweyî ye. Divê ne tenê li dijî tecrîdê di heman demê li dijî her êrîşên li ser gelê me, bibin xwedî helwest. Em serketinê ji hemû çalakvan û berxwedêrên grevan re dixwazin."
Kesên di nava heyetê de cih digirin ev in: Endamê Rêveberiya Akademiya Siyasî Dr. Hekîm Ebdulkerîm, Endamê Rêveberiya Akademiya Siyasî Şoreş Xidir. Rêveberiya Tevgera Azadî Ronak Mecîd, Platforma Hewrem Hîlal Şewket û Endamê Rêveberiya Zehmetkêşan Bextiyar Mûstefa.