Heyeta Kurd bi CPT’yê re hevdîtin pêk anî

Çalakiya rûniştinê ya bi daxwaza Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê Ya Ewropayê (CPT) biçe Îmralî li Strasboûrgê hatibû destpêkirin 32 roj li bey xwe hişt. Îro carekî din hevdîtin bi CPT’yê re hate kirin, daxwaz hatin dubarekirin.

Heyeta ji Berdevkê Meclîsa Jinê ya Zîn a Strasboûrg Gulê Oguz, Nûnerê HDP’ê yê Ewropa Faîk Yagizay, Nûnerê DÎDF’ê Kivanç Demîr û Hevserokê Meclîsa Şengal a Dîasporayê Fîkret Îgrek pêk tê li ser navê çalakgeran bi rêveberên CPT’yê re hevdîtin pêk anîn. Nûnerê li ser navê CPT’yê jî Şefê maseya Tirkiyeyê Mîchael Neûraûter jî amade bûn.

Têkildarî hevdîtina ku nêzî 45 deqeyen dewam kir Nûnerê HDP’ê yê Ewropa Yagizay, agahî da ANF’ê. Yagizay bibîr xist ku heta niha gelek caran hevdîtin bi rayedarên CPT’yê re pêk anîne û got: “Tişta em ji CPT’yê daxwaz dikin biçe Îmralî hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bîne, zextê li Tirkiye bike kû malbat û parêzer bikarin hevdîtinê bikin.” Yagizay destnîşan kir ku ev meheke çalakiya rûniştinê ya li Strasboûrgê bi heman daxwazê dewam dike û wiha pêde çû: “Hevdîtina li gel Ocalan wê hem fikarên metirsîdar û hem jî ji bo azadiya gelan bi sûd be û divê ji bo vê CPT bi lezgînî erka xwe bi cih bîne.”

 ‘SOZA ÇÛNA ÎMRALÎ NEDAN’

Yagizay got: “Tiştên di hevdîtinên berê de digotin dubare kirin” û wiha berdewam kir: “Anîn ziman ku tim bi rayedarên Tirkiyeyê re di nava hevdîtina de ne, diyar kirin ku fikarên heyî fam dikin, anîn ziman ku ev nêzî salekê ye hevdîtinên bi Ocalan re nayê kirin, ew jî qebûl nakiin. Gotin; ‘Hevdîtina malbat û parêzeran mafekî rewa ye. Ji bo ev jî pêk were em jî hewldanan dikin. CPT, xebatên xwe bi awayekî veşartî dikin, mafê daxuyanî dayînê nîne. Me niha biçin hevdîtinê jî bikin em nikarin têkildarî hevdîtinê ti agahiyan parve bikin.’ diyar kirin ku hemû mekanîzman bikar tînin, têkildarî mijarê bi awayekî aktîf kar dikin. Têkildarî hevdîtinek bê kirin ti soz nedan.

Destnîşan kirin ku zexan li hikûmeta Tirkiyeyê dikin, nehevdîtina malbat û parêzeran ji ber qanûnên Tirkiyeyê ne û ji bo derbaskirin vê bi hikûmeta Tirkiyeyê di nava hewldanan de ne.”