Heyeta KNK'ê serdana Asayîşa Êzîdiyan û Şaredariya Sinûnê kir

Heyeta KNK'ê serdana rêveberiya Asayîşa Êzîdiyan û Şaredariya Sinûnê kir. Di dema serdanê de işaret bi girîngiya yekîtiya gelê Kurd hate kirin.

Heyeta Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku ji nûnerên gelek hêz û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê pêk tê, duh hatibû Şengalê. Heyeta KNK'ê îro serdana rêveberiya Asayîşa Êzidiyan û Şaredariya Sinûnê kir.

Heyet bi berpirsyar û rêveberên Asayîşê û Polîsan ên Êzidiyan rûnişt. Di hevdîtinê de endamên KNK'ê bal kişand ser rêxistiniya gelê Şengalê û destnîşan kiriye Şengal ji aliyê parastin û saziyan ve xwe bi rêxistin kiriye.

Berpirsyar û rêveberên Êzidiyên li Şengalê xêrhatina heyeta KNK’ê kirin û dan xuyakirin ku pêwîste gelê Kurd li hemberî êrîş û dagirkeriya dijmin yekitiya xwe ava bike.

Piştî serdana Asayîşa Êzidiyan, heyeta KNK'ê berê xwe da avahiya Şaredariya Sinûnê û bi rêveberê şaredariyê Xidîde Çûkî re rûnişt. 

Der barê gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê rêveberê şaredariya Sinûnê Xidîde Çûkî got: "Eger dewleta Tirk nêzîkî Şengalê bibe, wê hikumeta Iraq bêdeng nemîne û li hemberî vê yekê der bikeve."

Heyeta KNK'ê wê biçe serdana Goristana Şehîdan û piştre jî li gel qeymeqamê Şengalê bicive.

Hêjayî gotinê ye ku şanda KNK’ê duh derbazî Şengalê bibû û li wir serdana Rêveberiya Xweser ya Demokratik a Şengalê kir bû. Herwiha heman rojê şand çûbû serdana Yekîneyên Berxwdana Gel yên Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ).

Heyeta KNK'ê ji nûnerên Hizba Şuî Kurdistan, Tevgera Azadî, Hizba Zehmetkêşana Kurdistan, Bereî Demokrasiya Gel, Encûmena Gel ya wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî û pêşmergeyên Dêrîn pêk tê.