Heyeta KCD û DBP’ê li Elbakê ye: Desthilatdarî dijminatiyê dike

Heyeta KCD û DBP’ê çû Elbakê ya ku lehî rabûbû. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz diyar kir ku desthilatdarî dijminatiyê dike.

Heyeta ku Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî di nav de ye, çû Elbakê ya ku lehî lê rabûbû.

Heyet berê çû serdana taxên Çûx û Heratûnê û li pirsgirêkên gel guhdarî kir. Şêniyan diyar kirin ku bila mexdûriyeta wan were çareserkirin û heyet piştre çû taxa Xaşkanê ya ku lehiyê xisareke mezin lê kiribû.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz li daxwaz û nerazîbûnên gel guhdarî kir û got “Mixabin çend roj derbas bûye lê dewletê berpirsyariya xwe bi cih neaniye. Desthilatdariya ku digot em dewleteke mezin in, mixabin gelê Xaşkanê bi tenê hiştiye. Lê partî û saziyên me ji roja pêşîn ve bi gel re ye.”

Aydenîz diyar kir ku kanal û goletên ku tên çêkirin ji ber ku baş nayê çêkirin xisareke wisa mezin heye û got “Êdî tu meşrûiyeta desthilatdariyê nemaye û ji ber vê alîkariyê nade gel. Gelên Tirkiye û Kurdistanê êdî ji vê desthilatdariyê re dibêjin êdî bes e. Ev lehî nîşan dide ku desthilatdarî dijminatiyê dike û gel bi tenê dihêle.”