Heyeta HDP û KCD’ê gihişt Hewlêrê

Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Civaka DemokratÎk (KCD) ji bo hevdîtinên bi rayedarên herêma Kurdistan û partiyên siyasî re derbasî bajarê Hewlêrê bûn.

Heyeta ji  Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temelli, Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk, Serokwekîla Koma HDP’ê ya Parlamentoyê Fatma Kurtulan û Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Nazmî Gur pêk tê, gihişte Hewlêrê.

Heyet li balafirgehê ji aliyê Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê (Batman) Feleknas Uca ku ev çend roje li Başûrê Kurdistanê ye û Hevserokên Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Muzeyen Guneş û Abid Îkev hate pêşwazîkirin.

Şandeya ku Feleknas Uca, Muzeyen Guneş û Abid Îke jî tevlî bûn, ji bo hevdîtina bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesut Barzanî re, ber bi bajaroka Mesif a Hewlêrê ku ofîsa Barzanî lê ye ve, birê ket.

Di çarçoveya serdana herêmêde heyeta HDP û KCD’ê wê sibe jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê pêk bîne. Her wiha wê li Hewler û Silêmaniyê jî bi partiyên siyasî re hevdîtinan pêk bînin.