Heyeta HDP û KCD’ê bi Barzanî re civiyan

Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi serokê giştî yê Partiya Demokrata Kurdsitanê (PDK) Mesud Barzanî re civiyan.

Heyeta ji  Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temelli, Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk, Serokwekîla Koma HDP’ê ya Parlamentoyê Fatma Kûrtûlan û Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Nazmî Gur pêk dihat bi serokê giştî yê PDK’ê Mesud Barzanî re civiyan.

Heyeta ku Parlamentera HDP’ê ya Êlihê (Batman) Feleknas Uca ku ev çend roj in li Başûrê Kurdistanê ye û Hevserokên Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Muzeyen Guneş û Abid Îke jî tevlî bûn, li vir derbasî ofîsa Mesut Barzanî bûn.

Endamên heyetê li ber avahiyê ji aliyê Serokê PDK’ê Mesud Barzanî, Berpirsê Mekteba Siyasî ya PDK’ê Fazil Mirani, Berpirsê Îdareya Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî, Berpirsê Komîteya Pêwendiyan a PDK’ê Elî Hisên û endamên rêveberiya PDK’ê vehatin hatin pêşwazîkirin.

Piştrî pêşwazîkirinê endamên şandeyê û Barzanî derbasî Ofîsê bûn. Li vir Sezaî Temellî axaftinek kurt kir û got: “Me xwest bi taybetî we ziyaret bikin, em dixwazin vê ziyareta xwe ya 4 rojan baş derbas bikin. Em di wê baweriyê de ku wê gelekî baş derbas bibe. Em gelekî kêfxweş û şanaz in ku li vir in. Ji ber sedemeke girîng îro em li virin û hatine ziyareta we. Hevseroka me ya giştî Pervîn Bûldan jî dixwest li vir be, lê ji ber ku emeliyatek girîng derbas kiriye, nekarî were. Gelek silavên wê ji we re hene.”

Mesud Barzanî jî xêrhatina şandeyê kir û diyar kir ku ew bi hatina şandeyê keyfxweş bûne.

Piştrî axaftinên xêrhatinê, endamên çapemeniyê ji hundir hatin derxistin. Hevdîtin berdewam dike.