Heyeta HDP’ê ya li Şengalê: AKP’ê li vir sûc kir

Heyeta HDP’ê ya li Şengalê diyar kir ku wê rapora xwe li meclîsê eşkere bike û got “Desthilatdariya AKP’ê li vir sûc kir.

.Li Şengalê herî dawî di 1’ê Sibatê de dewleta Tirk êrîşeke berfireh û giran pêk anîbû. Piştî van êrîşan ji bo piştgiriya bi civaka Êzidî û hemû pêkhateyên Şengalê û her wiha ji bo amadekirina raporeke li ser van êrîşan şandeyeke ji 4 parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Şengalê kirin û ji duh ve li Şengalê gelek hevdîtin kirin.

Şandeya HDP’ê îro jî di saetên sibehê de li nahiya Sinûnê serdana PADÊ kir. Hevserokên PADÊ Omer Salih û Zehra Silêman, endamên PADÊ û her wiha serokeşîrên Şengalê pêşwazî li şandeya HDP’ê kirin.

Piştî serdana PADÊ şandeyê berê xwe da Meclîsa Gel a Xanesorê ku di 11’ê Kanûna 2021’an de ji aliyê balefirên şer ên dewleta Tirk ve hatibû bombekirin. Şandeya HDP’ê li ber avahiya Meclîsê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Li vê derê her 4 parlamenterên HDP’ê jî peyamên xwe gihandin civaka Êzidî û raya giştî.

PARLEMENTERÊ HDPÊ OZGUNEŞ: EM BI CIVAKA ÊZIDÎ RE NE

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş balê kişand ser armanca serdana şandeya HDP’ê ya Şengalê û got ew ji bo parvekirina êş û azara civaka Êzidî hatine Şengalê. Ozguneş êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê şermezarkir û wiha axivî: “Wekî gel û hêzên demokrat û azadîxwaz ên Tirkiyeyê, em desteka xwe diyarî civaka xwe ya Êzidî dikin. Li hemberî hemû komkujî û hovîtiyan em ê bi we re bin. Êrîş ji kîjan alî were jî emê li hember bisekinin. Em heya dawî bi heqîqeta gelê Êzidî re ne.”

PARLEMENTERÊ HDP’Ê MÛRAT ÇEPNÎ: EZ WEKÎ SOSYALÎSTEKÎ TIRK HATIME RASTIYÊ BI ÇAVÊ XWE BIBÎNIM

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî jî di destpêka peyama xwe de diyar kir ku ew jî wekî sosyalîsteke Tirk hatiye Şengalê ku rastî û heqîqetê bi çavê xwe bibîne. Murat Çepnî got ku ew li ser navê gelên Tirkiyeyê li Şengalê ne û wiha berdewam kir: “Em li ser navê hemû gelên azadîxwaz, aşitîxwaz li Şengalê ne. Gelê Şengalê dixwaze bi bîr û baweriya xwe li ser piyan bisekine. Em bi rastiya civaka demokratîk re rû bi rû ne li Şengalê. Em ê hemû çavderiyên xwe yên li Şengalê, li Enqerê bi gelan re parve bikin. Lê em dikarin bêjin, polîtîkayên hikumeta AKP’ê yên li Şengalê sûc e.”

Yek ji endamên şandeyê jî, parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya bû ku wê jî li ber avahiya meclîsa gel peyama xwe da. Huda Kaya jî destpêkê balê kişand ser dîrok û qedîmiya civaka Êzidî û berxwedana civaka Êzidî ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê. Huda Kaya diyar kir ku ew jî wekî jineke Tirk û Misilman ji bo piştgiriya bi gelê Şengalê re hatiye û wiha domand: “Civaka Êzidî ji bo jiyana xwe ji nû ve ava bike, di nav hewldanên gelek baş de ye. Ev cihê ku em li ber in, wekî ku hun jî dibînin meclîsa gel bû. Li Şengalê nexweşxane, meclîsa gel, qadên jiyanê yên jin û zaroken tên bombebarankirin. Ji bo jiyaneke azad û bi aşitî, çi bikeve ser milê me emê bikin.”

ÛCA: XWEZÎ ZIMANÊ ÇIYAYÊ ŞENGALÊ HEBÛYA Û QALA VÊ BERXWEDANÊ BIKIRA

Herî dawî jî Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca axivî. Uca jî balkişand ser çand, dîrok û berxwedaniya Şengalê û wiha pê de çû: “Xwezî zimanê Çiyayê Şengalê hebûya û behsa vê berxwedanê bikira. Em dizanin ev êrîşên li ser Êzidxanê ne ji rêzê ne. Dixwazin Êzidiyan ji kokê ve tune bikin. Lê bila herkes baş zanibe, çawa ku civaka Êzidî di 74 fermanan de serê xwe da lê sira xwe neda, Êzidiyek jî bimîne wê Êzidxanê biparêze. “

Uca di dawiya peyama xwe de da zanîn ku ew ê di vegerê de rapora xwe ya li ser Şengalê li Meclîsa Tirkiyeyê bi raya giştî re parve bikin.

HEVSEROKA PADÊ: EM DIXWAZIN HDP DI PARLEMENTOYA TIRKIYEYÊ DE VÊ HEQÎQETÊ BIGIHÎNE CÎHANÊ

Piştî peyamên şandeya HDP’ê, Hevseroka PADÊ Zehra Silêman jî xêrhatina şandeyê kir. Silêman balê kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û got: “Îro karibin dîtinên xwe bi raporeke derbasî Parlemena Tirkiyê bikin. Em dixwazin çand û netewa xwe biparêzin. Em daxwaz dikin şandeya HDP’ê di Parlementoya Tirkiyê de, vê heqîqetê bigihînin hemû cîhanê.”

Bernameya şandeya HDP’ê bi vê daxuyaniyê re bi encam bû û şande ji Şengalê vegeriya