Heyeta HDP’ê ku hatibûn astengkirin derbasî Hewlêrê bûn

Heyeta HDP’ê ku îro serdana Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kiribûn, dema vegerê de ji aliyê benda kontrolê ya daketina Hewlêrê ve hatibûn astengkirin. Piştî hevdîtinan heyet derbasî Hewlêrê bû.

Li gorî nûçeya RojNewsê heyeta HDP’ê ya bi serokatiya parlementera Batmanê (Êlih) Feleknas Uca, parlementera Amedê Semra Gûzel, parlementera Şirnexê Nûran Îmîr û hevşardara Nisêbînê Parêzer Semîre Nêrgiz pêk tê, di çarçoveya rêzeserdan û hevdîtinên xwe de îro li gel Nûnera HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Muzeyen Guneş derbasî Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) bû.

Endamên şandeyê piştî hevdîtinên li wargehê ber bir Hewlêrê ve derketin rê. Lê li benda kontrola li  kargehên gêçê  ji aliyê asayîşê ve hatin astengkirin.

Li gorî zanyariyên ku Nûnera HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Muzeyen Guneş dane, şande di heman rêyê re derbasî Wargeha Mexmûrê bû, lê rayedarên asayîşê gotine, “Hun bêyî destur derbas bûne, lewma em nahêlin hun bikevin Hewlêrê.” Guneş da zanîn ku pasaport û îkameyên endamên şandeyê hatine desteserkirin û niha li benda kontrolê tên sekinandin.

Piştî hevdîtinan bi rayedarên Hewlêrê re hatin meşandin, rêya şandeya ku demek dirêj li benda kontrolê mabû, hat vekirin. Heyet derbasî Hewlêrê bûn.

Heyeta HDP’ê ku ev 3 roje li Herêma Kurdistanê ye, li Hewlêr û Silêmaniyê bi Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Hîzba Komal Îslamî, Yekgirtû Îslamî, YNK, Goran, Zehmetkêşan, Newaya Nû, tevgerên jinan re hevdîtin pêk anîn.