Heyeta HDP’ê çû serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser

Heyeta HDP’ê piştî serdana Şengal, Mexmûr û Silêmaniyê di nava rojê de li Silêmaniyê çû serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Alîkaraa Hevserokatiya Ji Têkiliyên Derve Berpirsyar û parlementera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, parlementerê Îzmîrê Mûrat Çepnî, parlementera Stenbolê Huda Kaya û parlementerê Şirnexê Hasan Ozguneş di heyetê de cih girtin. Heyeta HDP’ê piştî serdana Şengal, Mexmûr û Silêmaniyê di nava rojê de li Silêmaniyê çû serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Heyet ji aliyê endamên nûnertiyê hatin pêşwazîkirin.

Heyetê diyar kir ew ji ber şehadeta şervanên Pêngava Gurzê Gelan xemgîn in û li hemberî êrişên dagirker serkeftin ji gelên Rojava re xwest.