Heyeta HDP’ê çû serdana Hîzba Sosyalîst a Kurdistanê

Hevdîtinê heyeta HDP’ê ya di çarçoveya pêkanîna ‘Yekîtiya Netewî’ ya ji bo sazî, dezgeh û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dom dike. Di vê çarçoveyê de HDP’ê Hîzba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê ziyaret kir.

Heyeta HDP’ê ya ku ji parlamenterên HDP’ê Osman Baydemîr, Îmam Taşçier, Bedran Ozturk, Endama Lijneya Rêveber Zeyneb Boga pêk tê, serdana navenda Hizba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê ya li Silêmaniyê kir.

Heyeta HDP'ê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Hizba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd û endamên polîtburoyê Ebdullah Hacî Mehmûd, Refhet Ebdullah, Tanya Tahîr û Fetîh Reûf ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtinê Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr û Sekreterê Giştî yê Hizba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.

Destpêkê Sekreterê Giştî yê Hizba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd axivî û got: "Di hevdîtinê de me nîqaş li ser mijarên siyasî û girîngiya pêkanîna kongreya netewî kir. Pêwîstiya Kurdan bi yekgirtinê heye. Weke partî em piştgiriyê didin vê hewldana partiya HDP’ê û tişta bikeve ser milê me amade ne.”

Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemir wiha got: ".Di hemû hevdîtina de yek xal derket pêş, ew jî yekîtiya Kuran e. Ji bo vê wê hewldanên me yên ji bo lidarxistina kongreya netewî bidome. Divê zûtirîn dem yekîtiya netewî pêk were.”