Hewşa edliyeyê ji malbata Şenyaşar re hate qedexekirin

Malbata Şenyaşar a ku têkoşîna xwe ya edaletê didomîne. Careke din li ber derê edliyeyê rûniştina malbatê hate astengkirin.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, nobeta xwe ya edaletê didomîne. Nobeta ku 9'ê Adara 2021'ê li ber edliyeya li Rihayê dest pê kir, îro di roja 520'an de ye.

Dayîk û kurê xwe di saetên siharê de ji mala xwe ya Pirsûşê hatin ber edliyeyê.

Dayîk û kurê xwe ku xwestin li ser pêlikên ber Edliyeyê dest bi nobetê bikin, di roja seyemîn de jî hatin astengkirin. Bi dehan polîsên ku ber derê edliyeyê dorpêç kiribûn, nehiştin ku dayîk û kurê xwe derbasî hewşa edliyeyê bibin.

Malbata Şenyaşar ku bi parêzerê xwe Serhat Kûrt re çûn hewşa edliyeyê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Parêzer Kurt ji bo ku bipirse bê ka çima li cihê ku nêzî sed roj rûdinin tên astengkirin, xwest bi Serdozgerê Komarê re hevdîtinê pêk bîne.

Ferît Şenyaşar nerazîbûn nîşanî helwesta polîsan da û diyar kir ku dayîka wî 65 salî ye û nikare li ser piyan bisekine. Midûreke polîsan diyar kir ku dayîk wê li ser piyan bisekine û talîmat da polîsan ku malbat rûnenê û da zanîn ku ew dikare giliyê wan bike.

Di van deman de Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Emrullah Acar ê ku xwest dîmen bikişîne ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsan îdîa kirin ku li ber derê edliyeyê girtina wêneyan qedexe ye û gefa destgîrkirinê li Acar xwar. Dema ku Acar cardin xwest dîmen bikişîne, polîsan dest bi mudaxeleya fîzîkî kir û xwestin telefona wî desteser bikin.

Parêzer Serhat Kurt ê bi wekîlê Serdozger re hevdîtinê kir diyar kir ku biryara astengiya nobeda li baxçe ji berê ve li ser fermana dozgeriyê hatiye girtin û rûniştina li baxçeyê edliyeyê hatiye qedexekirin.

Ferît Şenyaşar da zanîn ku sê roj in nobeta wan tê astengkirin û wiha got: “Yanî walî û polîs dixwazin me ji vir dûr bikin. Daxwaza me edalet e. Bi sedan polîs sê roj in me asteng dikin. Dema em diçin baxçeyê edliyeyê mirov dibêje qey qiyamet rabûye. Bêhiqûqiyek li holê heye. Qetlîamek hatiye kirin, qetlîam li ber kamerayan û çavê xelkê hat kirin. Em biryarek ku dilê civakê rehet bike dixwazin. Heta ku edalet bi cih were wê doz û têkoşîna me berdewam bike. Wekîlê dozger gotiye ‘me ji niyeta xwe baş mudaxile nekiriye’. Niyeta we ya baş ew e ku em di vê germa ku 60 pile ye de rûnên?”

Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dijîtal wiha got: “Ji bo ku bêedaletiya ku li me ferz dikin bibînin, hewce nake ku hûn bibin endamekî partiyê yan jî kesekî siyasî. Mirovbûn bes e.”