Hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo têkbirina aramiya Kerkûkê didomin

Aliyên siyasî yên Kerkûkê ragihandin ku hewldanên Tirkiyeyê yên destwerdana li nava karûbarên Iraqê, bi taybetî yê Kerkûkê dewam dikin.

Aliyên siyasî yên Kerkûkê diyar kirin, Tirkiye hewl dide bajarê Kerkûkê bike bajarekî Tirk. Ji ber ku hikumetên Herêma Kurdistanê û Iraqê xwedî li bajêr dernakevin, bi fikar in.

Têkildarî mijarê Hevserokê Tevgera Azadî yê herêma Kerkûkê Komel Semed ji ANF’ê re axivî û got; "Serlêdana balyozê Tirk ji bo Kerkûkê ne di çarçoveya dîplomasiyê de ye û siyasî ye, ji ber ku çend caran balyozê Tirk digot 'Kerkûk bajarekî Tirkiyeyê' ye. Kerkûk di çarçoveya Kurdistanê de bajarekî Kurdî ye û di çarçoveya Iraqê de jî yek ji parêzgehên Iraqê ye. Peyama balyozê Tirk takekesî û nîjadperstî ye. Ji ber ku ev bajar ne milkê neteweyekê ye. Yê hemû neteweyên Kurd, Ereb, Tirkmen û Mesihî ye."

Semed bi domdarî wiha got; "Piştî şewata bazara Qeyserî ya Kerkûkê, serlêdan hatin kirin û Tirkiyeyê ragihand ku ji bo nûkirina bazara Qeyseriyê hinek pere şandiye û têra tiştekî jî nake. Tirkiye hewl dide van kesan ji Kerkûkê derbixe û xwe bike xwediyê Kerkûkê, lê ev tişt ne raste. Em Tevgera Azadî vê serdanan şermezar dikin."

Berpirsyarê ofîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ya Kerkûkê Mamosta Resûl Reûf jî got; "Piştî bûyerên siyasî yên li navçeyê qewimîn û piştî şerê DAÎŞ'ê guhertinên li herêmê diyar dibe ku serweriya Iraqê nemaye û welatên din bi eşkere destwerdanê li nava bajêr dikin. Wek mînak, em dibînin ku ji bo diyarkirina postê hikumeta nû ya Iraqê destê welatê Îran û Tirkiyeyê tê de hebû. Lawaziya hikumeta Iraqê heye ku desthilatdariya van herdu welatan dikarin li ser partiyên herêma Kurdistan hebe û di nava wan de jî cih digirin."

Reûf her wiha got, "Divê serokkomar lêpirsînê di derbarê vê bûyerê de veke, ji ber ku mijara balyoz û balyozxane dibin desthilatdariya serokkomar de ne, ne ya serokwezîr de ye. Divê hişyarî bide çawa ev balyoz dikare serdana bajarekî bike û bibejê dîroka vî bajarî ya wan e. Ev karekî gelek metirsîdar e û ev ne cara yekem e ku xwe weke xwediyê vî bajarê dibînin. Xwedîderneketina herêma Kurdistan û Iraqê ji bo bajarê Kerkûkê tiştekî gelekî xirabe ku balyozê Tirkiyeyê bê û xwe weke xwediyê bajar nîşan bide û ji bo bajar hinek pere diyar bike û her çiqas pereyek kêm jî be."

Berpirsyarê Ofîsa Tevgera Goran a Kerkûkê Mihemed Nesredîn jî têkildarî mijarê ji ANF'ê re got; "Ev e çend car e balyozê Tirkiyeyê Fatih Yildiz serdana bajarê Kerkûkê dike. Em Tevgera Gora di vê derbarê de hinek lêkolînên me çêbûn. Hewldana wan heye ku aliyekî ava bikin di navbera pêkhateyên Kurd li Kerkûk, bi taybetî di navbera Kurd û Tirkmenan de. Tirkmenan hemûyan jî hewldane ku Kerkûkê bikin bajarekî Tirkan. Siyaseta Tirk li ser bajarê Kerkûkê her dem metirsîdare."

Mihemed Nesredîn qala bazara Qeyserî jî kir û got, "Tirkiye ji bo nûkirina bazara Qeyseriyê cardin peyameke siyasî şand û hewl dide desthildatdariya xwe li bajarê Kerkûkê zêde bike. Divê Kurd xwedî li bajarê Kerkûkê derkevin û zûtir xema bajarê Kerkûkê bigirin. Peyam û serdanên Tirkiyeyê ew e ku Tirkiye destilatdariya Başûrê Kurdistanê lawaz kiriye, îradeya siyasî ya Başûrê Kurdsitanê teslîmî Tirkiyeyê bûye. Ev her du hizb û partî dixwazin dilê Tirkiyeyê xweş bikin û ev jî metirsiyek xirab e li ser bajarê Kerkûkê."

Berpirsyarê Ofîsa Tevgera Goran a Kerkûkê Mihemed Nesredin herî dawî got, "Eger îro desthilatdariya Kurd amade ye ji bo şerê xwedîderketina li bajarê Kerkûkê divê razî nebe ku dewletek dagirker peyameke xirab li hemberî Kerkûk bi kar bîne û destwerdana li nava bajarê Kerkûkê bike. Eger desthilatdariya Kurd li gel gelê Kerkûkê ye, bi pereyê rojekê yê dizîna petrolê dikare bazara Qeyserî nû bike. Lê desthilatdariya Kurd wiha lê kiriye ku desthilatdariya Tirk dikare qala bajarê Kerkûkê bike.