Hevserokên HDP'ê yên Mêrdînê: Çalakiyên me wê bidomin

Heverokên HDP'ê yên Mêrdînê Eylem Amak û Salih Kuday gotin çalakiyên wan wê bidomin.

Hevserokên HDP'ê yên Mêrdînê Eylem Amak û Salih Kuday diyar kirin li dijî darbeya qeyûma a li ser sê şaredariyên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê wê çalakiyên wan bidomin.

Amak qeyûmên 2016'an bi bîr xist, got wê demê ji ber êrîşên giran û qedexeya derketina derve helwesteke xurt çênebûye lê vê carê raya giştî helwesta xwe diyar dike, ev 20 roj in gel li derve ye.

Amak got, ''li ser me zexteke giran heye'', bal kişande ser destgîrkirin û girtinan û got, ''Vê meh û nîva dawî zext û operasyon zêde bûn. Heta ku qeyûm hatin.''

Amak got gelê Mêrdînê li gel hemû êrîşan jî li vîna xwe xwedî derdikeve û domand, ''Gelê me her ku nûner û rêveberên xwe li qadan dibîne berxwedana xwe geş dike. Em jî dizanin, ev hikûmet çendî bi ser me de were jî gel wê wan ji xwe nehesibîne û qebûl neke. Em jî bi çalakiyên rûniştinê, bi çalakiyê din ên pasîf berxwedana xwe bidomînin.''

Kuday jî got, ''Qeyûm ne ku tenê anîne ser Kurdan, anîne ser mozaîka çandê. Ev rewş nayê qebûlkirin. Me li vir vînek diyar kir û niha bi qeyûm ev hemû tine têne hesibandin.''

Kuday her wiha got qeyûm dijminê çandan e, bi bîr xist ku qeyûmê berê êrîş dibire ser qadên ciwanan, çand û hunerê, beriya ku qeyûm bînin bi demeke kurt enstîtû girtin û got li dijî van êrîşên giştî ew jî, gelên Mêrdînê bi he re rawestin.