Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê: Divê li dijî êrîşan her kes derkeve qadan

Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kirin. Piştî êrîşê Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusif Kara bang li hemû raya giştî û Kurdan kir da ku dijî êrîşan xwedî helwestek rast bin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dijwarî bombebaran kirin. Di encama bombebarana balafiran de gelek birîndar hene, lê hejmar nayê zanîn.

Hevserokê Meclîsa Gel ya Mexmûrê Yusuf Kara têkildarî êrîşê li ber derê Nexweşxaneya Şehîd Hogir ya wargehê daxuyaniyek da.

Kara di destpêka axaftina xwe de ragihand hemwext dewleta Tirk a dagirker êrîşî wargeha Mexmûr, Şengal û Kobanê kirye. Kara êrîş bi tundî şermezar kir û got: “Hevkarên wan û xayîn şirîkên wanin. Ev êrîş derdora wargehê pêkhatiye, birîndarên me hene, lê hîn hejmar nediyare.“

Yusif Kara got ku niha balafirên kefşê li ser wargehê digerin û ev bang kir: “Em bang li raya giştî, taybet Kurdên bi şeref dikin, li hemberî van êrîşane xwedî helwestek rast bin. Di nava çalakiyan de bin, em êdî vê zilm û dagirkeriyê qebûl nakin. Em ê li ser piya bin.”

Kara dawiyê de ragihand ku beriya êrîş li ser wargeha Mexmûrê pêk were, elektirîka wargehê hate qutkirin û got: “Ev ne tesadûfe, elektirîk beriya êrîşê hate birîn. Pitşî wê carek din hate berdan. Divê her kes rabe ser lingan û li dijî êrîşan derkevin qadan. ”