Hevserokê Giştî yê DBP’ê sirgunî Rîzeyê hate kirin

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê sirgunî Girtîgeha Kalkandere ya Tîpa L’yê ya Rîzeyê hate kirin.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan bi hinceta ku li dijî êrîşên li ser Efrînê daxuyanî daye ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê sirgunî Girtîgeha Kalkandere ya Tîpa L’yê ya Rîzeyê hate kirin.

Arslan 11 roj in tena serê xwe di hucreyekê de ye. Arslan ji ber nexweşiya xwe bêhnçikandinê berê emeliyat bûbû. Arslan nexweşiya sedefê jî pê re heye û dermanên wî hindik tê dayîn, ji ber vê jî di bedena wî de birîn çêbûye.

DBP: AKP JI REWŞEKE NEYÎNÎ BERPIRSYAR E

Navenda Giştî ya DBP’ê çend roj berê daxuyaniyek dabû û gotibû, “Hevserokê me di van şertan de sewqî girtîgeheke din dikin û ev sewqkirin me dixe nav fikaran. Heke rewşeke neyînî pêk were, AKP ji vê rewşê berpirsyar e.”