Hevserokê berê yê şaxê Amedê yê SES'ê hate girtin

Hevserokê berê yê şaxê Amedê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Recep Orûç di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de hate girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de ku li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) da destpêkirin, di 20'ê Tîrmehê de ji bo îfafdeyê bang li Hevserokê berê yê şaxê Amedê yê SES'ê Orûç hatibû kirin.

Dozgeriya Tirk bi daxwaza girtina Orûç ew sewqî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya nobedar kir. Dadgeriyê jî bi ya dozgeriyê kir. Bi hinceta karên li nava kCD'ê, Orûç bi "endametiya rêxistinê" hate sûcdarkirin û ew şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.

Şaxê Amedê yê SES'ê li ser hesabê xwe yê medya civakî nerazîbûn nîşanî vê yekê da û diyar kir, "Hevserokê serdema beriya niha yê şaxê sendîkaya me Recep Orûç piştî ku ji bo îfadeyê çû hate girtin. Desthilatdarî hewl dide mûxalîfên xwe hemûyan bitepisîne. Em ê serî li vê bêhiqûqiyê netewînin. Hevalê me Recep tavilê berdin."

Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna dijî KCD'ê de 26'ê Hezîranê avêtibû ser gelek malên li bajêr û 45 kes destgîr kiribû, ku 23 ji wan hatibûn girtin.