Hevseroka HDP’ê ya Rezanê Fatma Kavmaz hate girtin

Hevseroka HDP’ê ya Rezanê Fatma Kavmaz bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin.

Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 4’emîn a Amedê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Rêzanê Fatma Kavmazê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” girt û ew şand Girtîgeha Jinan a Amedê.

 Hat hînbûn ku polîsan duh saet di 11.00’an de telefonî Kavmazê kirine û jê re gotine ‘teblîgateke te heye’ û xwestine navnîşana xwe ji wan re bibêje.

Piştre jî polîs çûne mala Kavmazê û ew destgîr kirine. Hat diyarkirin ku Kavmaz, ji ber dosyayeke derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), şînên ku li ser navê partiya xwe beşdar bûyî, kongreya partiya xwe ya Amedê û guhdarkirinên telefonê yên 6 mehan hatiye destgîrkirin. Piştî ku polîsan îro îfadeya Kavmazê girtin ew şandin dozgeriyê û dozger jî bêyî ku îfadeya wê bigire, bi daxwaza girtinê ew şandiye Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 4’emîn a Amedê.

Dadgehê jî Kavmazê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” girt û ew şand girtîgehê.