Hevseroka KNK’ê: Birîna Şengalê birîneke netewî ye

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad a serdana Şengalê kir diyar kir Şengal birîneke netewî ye, birîna tevahî gelê me ye û got,“Divê her kes bi vê birînê bihese û pê biêşe. Ev êş ya me tevan e. Xwedî lê derkevin ku rê nedin dewleta Tirk êrîş bike.”

Şandeya serdana Şengalê kiribûn ji Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrad, Endamê Rêveberiya KNK û Parlamenterê Berê yê Herêma Kurdistanê Şêrko Heme Emîn, Bijîşk û Çalakvanê siyasî Hemîd Latîf, endamê KNK, rojnamevan û çalakvanê siyasî Şoreş Xidir, Endama KNK’ê û nûnera Zerdeştiyên li Başûrê Kurdistanê Faîze Firad, Endamê KNK’ê û Çalakvanê Siyasî û Rojnamevan Fîyad Hîdanî, Çalakvanê Siyasî, Lêkolînvan Çeto Hewlerî û Endamê KNK’ê, Çalakvanê Siyasî û Rojnamevan Latîf Fatîh cîh girtîbûn.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad li ser serdana xwe ya ji bo Şengalê ji ANF’ê re axivî.

Mûrad diyar kir ku li gel endamên KNK’ê yên Başûr serdana Şengalê kirin û xwestine ji nêzîk ve rewşa Şengal û taybet piştî êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê bişopînin serdana Şengalê kirine.

‘ÎTIFAQA NAVBERA IRAQ Û HERÊMÊ ZEXTÊ LI ŞENGALIYAN DIKE’

Hevseroka KNK’ê Mûrad anî ziman ku Îtifaqa di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ya li ser Şengalê zextek mezin ser vîna civak me ya Şengalê çê dike. Ji bo piştevaniya xelkê xwe yên li Şengalê bikin, em KNK weke şandeyekê serlêdan kir.

‘ŞENGAL BIRÎNEKE KÛR E’

Mûrad ev nirxandin kir: “Şengal birîneke kûr e. Roja serdana me ya ji bo Şengalê gorên komî hatin vekirin. Ev birîn roj bi roj nû dibe. Bê çareserî dimîne. Ji bo wê me jî xwest nêzîk bişopînin.

TEVÎ SERWERIYA IRAQÊ BOMBE LI ŞENGALÊ DIBARÎNIN’

Tevî her tiştî me dît careke din gelê me xwedî vîn e û ser lingan e. Careke din dixwazin jiyaneke nû ava bikin. Lê mixabin jê nagerin. Aliyek dewleta Tirk tevî ala Iraqê êrîşî Şengalê dike. Şengal parçeyek ji axa Iraqê ye, niha jî bi îtifaqekê dixwazin Iraq li ser ewlehî û aramiya herêmê desthilat be û hikûm bike. Tevî vê jî dewleta Tirk bi balafiran bombe li herêmê dibarînin pêşengên civaka me şehîd dikin.

‘ŞENGAL BIRÎNEKE NETEWÎ YE, YA TEVAHÎ GELÊ ME YE’

Me serdana Rêveberiya Xweser kir û dîsa asayîşê kir ku çawa xwe rêxistin dikin û xwe bi rê ve dibin. Gelek projeyên me yên KNK’ê ji bo civaka me ya Êzidî hene. Daxwazin ku her Kurdek li parçeyê Kurdistanê xwedî li Şengalê derkevin. Birîna Şengal birîneke netewî ye. Birîna tevahî gelê me ye. Divê her kes bi vê birînê bihese û pê biêşe. Ev êş ya me tevan e. Xwedî lê derkevin ku rê nedin dewleta Tirk roj bê êrîş bike.”

‘YEKÎTIYA NETEWÎ YÊ PIRSA ŞENGALÊ ÇARESER BIKE’

Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê Zeyneb Mûrat bal kişand ser yekîtiya netewî ya ji bo çareseriya Şengalê û ev got: “Yek ji daxwazên esasî yê civaka me ya Şengalê yekîtiya netewî dikare bibe sedem û hevkar ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan. Şengal mijareke netewî ye. Lewra yekîtiya netewî ya gelê Kurd bibe sedem ku ev pirs çareser bibe.”