Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen hate girtin

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik piştî ku li Mêrdînê hate destgîrkirin, li dadgehê biryara girtinê wê hate dayîn.

Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik piştî biryara girtina wê di 14’ê Nîsanê de hatibû destgîrkirin.
Alokmen ji ber ku di sala 2012’an de dema Hevseroka Şaxa Amedê ya SES’ê bû û tevlî çalakiyên sendîkayê bûne û bi hinceta ku delegeya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi ‘endamtiya rêxistinê’ tê sûcdarkirin.
Di rûniştina 14’ê Nîsanê de biryara girtina wê hate dayîn. Alokmen dema ku li Stewra Mêrdînê çûbû serdana malbata xwe, hatibû destgîrkirin.
Alokmen vê Pêncşemê birin Dadgeha Mêrdînê.
Xizmên Alokmen, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlementera HDP’ê Semra Guzel, Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û hevserokê DBP’a Mêrdînê jî çûn dadgehê.
Alokmen bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 9’emîn bû. Piştî ku biryar hate xwendin Alokmen şandin Girtîgeha Tîpa E’yê ya Mêrdînê.