Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez hate destgîrkirin

Hevseroka Bajêr a Amedê ya DBP'ê Seval Gulmez bi çarçoweya operasyona qirkirina siyasî ji hêla polîsên Tirk ve hate destgîrkirin.

Polîsên Tirk vê spedeyê bi ser mala Hevseroka Bajêr a Amedê ya DBP'ê Seval Gulmez de girtin û Gulmez destgîr kirin. Bi çarçoweya lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê polîsên Tirk 26'ê Çile bi ser avahiya navçeya Baxlarê ya Rêxistina Bajêr a Amedê ya DBP'ê de girtibûn. Polîsan 8 saetan avahî seh kiribûn, kovar, rojname û pirtûkên li avahiyê desteser kiribûn û dest li ser alayên TJA'yê kiribûn.

Eynî kêliyan her wiha bi ser mala Gulmez de jî girtibûn û mal seh kiribûn.

Gulmez ku ji ber hêla Covîd-19'ê di karantînayê de bû, piştî ku dema wê ya karantînayê xilas bû vê spedeyê hate destgîrkirin. Gulmez birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.