Hevseroka ÎHD'ê Keskîn serdana Şenyaşaran kir

Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn serdana malbata Şenyaşar kir. Stûmala ku Dayikên Şemiyê şandî û qerefîl da Emîne Şenyaşar.

Nobeta Dadê ya Yadê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît ev 335 roj in li ber avahiya Edliyaya Rihayê didome.

Hevseroka ÎHD'ê (Komeleya Mafê Mirovan) Eren Keskî serdana malbata Şenyaşar kir. Keskîn got,''Êşa malbata Şenyaşar, weke serheviya hemû êşen li Kurdistanê giran e û ji bo vê jî têdikoşin.''

Keskîn diyar kir ku ew bi navê Dayikên Şemiyê serdana malbatê dike û got, ''Dayikên Şemiyê jî weke ku em hemû pê dizanin ji mêj ve ye ji ber polîtîkaya nebedîkirina dema destgîrkirinê, zarokên wan, xizmên wan hatine nebedîkirin. Heta îro jî mixabin ku hê aqûbeta van nebediyan nehatiye aşkerekirin.  Eynî weke xwîşka me Emîne mixabin bi bêparbûna ji xizmên xwe û êşan dijîn. Hem dayika Gulistan Doku hem jî Emîne li gel serma, baranê, êş û daxwaza xwe li kuçeyan diqêrin. Dayikên Şemiyê jî ji bo ku serma negirin, qet nebe em nehêlin ku serma bigirin stûmal çêkirin. ''

Keskîn piştre stûmala ku Dayikên Şemiyê diyarî kirin û qerefîl daye Emîne Şenyaşar.