Hevserê wê 26 sal in, kurê wê 18 sal in girtî ne

Ji çalakgerên Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê Hasîne Guler got, "Hevserê min 26 sal in, kurê min jî 18 sal in girtî ne. Cenazeyê kurê min ê din jî 7 mehan li erdê ma."

Zext, êriş û polîtîkaya êşkenceyê ya dewleta Tirk a li girtiyên siyasî dewam dikin. Ev polîtîkayên ku bi taybetî li dijî girtiyên nexweş tê meşandin, mehên dawî bi rengekî plankirî dewam dikin.

Têkoşîna malbatên girtiyan jî dewam dike. Nobeda Edaletê ya bi vê armancê di roja 38'an de ye. Malbatên girtiyan ji jiyana xizmên xwe bi fikar in û dixwazin çareseriyek tavilê bê peyda kirin. Daxwaza edalet û hiqûqê dikin.

Yek ji berxwedêrên Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê Hasîne Guler e.

HEVSERÊ WÊ 26 SAL IN GIRTÎ YE

Hasîne Guler ku hem hevser hem jî kurê wê girtî ne, dixwaze ku xizmên wê nexweş tavilê bêne berdan. Hasîne Guler bi bîr xist ku nexweşiyên giran ên tenduristiyê bi hevserê wê Sidik û kurê wê Habîp Guler hene, ji bo berdana wan jî gelek caran hewl da û anî ziman ku hevserê wê 26 sal in girtî ye.

HEVSERÊ MIN SÊ CARAN ANJIYO BÛ

Hasîne Guler li ser girtina hevserê xwe ev agahî da: "Sibehekê ku hevserê min nimêj dikir, avêtin ser mala me. Ji ber bûyereke ku eleqeya xwe pê re nîne ew girtin. Tevî ku tiştek nekiriye jî 26 sal in girtî ye. Hevserê min mezinê malbata me bû. Piştî girtina wî me gelek zor û zehmetî dît. Carekê hate berdan û piştî ku hikum lê hate birîn careke din hate girtin. Destpêkê li Girtîgeha Amedê bû, piştre sirgûnî Aydinê kirin. Ji wir jî sirgûnî gelek deveran kirin. Herî dawî ew birin Girtîgeha Skenderûnê. Hevserê min sê caran ji dilê xwe anjiyo, ji çavên xwe jî carekê emeliyat bû. Dema ku wî dibin doktor jî kelepçeyê ji destê wî dernaxînin. Bi koronayê et. 3-4 mehan di karantînayê de ma."

KURÊ MIN 18 SAL IN GIRTÎ YE

Guler anî ziman ku kurê wê habîp jî dema ku gerîla bû li Heskîfê hate girtin û 18 sal in girtî ye û got, "Çavên kurê min baş nabîne. Di lingên wî de jî pirsgirêkên tenduristiyê hene. Weke malbata wî çi ji destê me tê em dikin lê belê têrê nake. 26 sal in em li ser rêya girtîgehê ne. Ji bo me her roj mirin e. Bi şev em nikarin rakevin. Dema ku hevserê min girtin, du keçên min jî girtin. Êşkence li min kirin, diranên min şikandin. Ji xwe em ji gundê xwe hatin koçberkirin. Em neçar hatin hiştin ku her cûre zor û zehmetiyên bajêr bijîn. kesî mal nedida me. Ji aliyê aborî ve gelek pirsgirêkên me çêbûn. Mîna ku ev têrê neke hevser û kurê min girtin."

KURÊ XWE YÊ KU 15 SALAN NEDÎT, NAS NEKIR

Guler got, "Dema ku kurê min hate girtin me hev nas kir, ji ber ku 15 salan me hev nedîtibû" û wiha dewam kir, "Dema li vir bû me hev didît. Lê belê 3 sal in sirgûnî Kandirayê kirine. Ji ber nexweşiyên xwe ez nikarim bi rêyên dirêj ve biçim ku kurê xwe bibînim. Tevî van hemûyan jî ez rojekê jî aciz nebûm ji ber ku min da pey hevser û kurê xwe. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, ji ber sedemên ne di destê min de ne nikarim biçim. Lê belê ji aliyekî ve bi min gelekî zor e ku nikarim kurê xwe, parçeyek ji dilê xwe bibînim."

CENAZEYÊ KURÊ MIN 7 MEHAN LI ERDÊ MA

Hasîne Guler diyar kir ku kurê wê yê bi navê Yakûp Guler jî tevlî nava têkoşîna azadiyê bû, lê belê cenazeyê wî bi salan nedît û got, "Çend sal piştî çûyîna wî agahî ji me re hat ku li Pasûrê şehîd bûye. Tevî 20 hevalên xwe, xefik li ber wan hate danîn. Li malekê jehr dane wan û piştre jî radestî dewletê hatin kirin. Mîna ku jehrkirina wan têrê nekir, gule li wan reşandin. Cenazeyên sê ji wan bi helîkopterê birin û avêtin cihekî din. Du jê jî ji xwe noker bûn, ew jî birin.

15 cenazeyên mayî jî 7 mehan li erdê man. Gundiyan piştre ji bo rakirina cenazeyan daxwazname dan. Di encamê de jî dewletê cenaze li cihekî veşartin û niha em nizanin ku li ku ne. Dilê me gelekî şewitî. Hîn jî dişewite. Tevî van hemûyan em aştî û wekheviyê dixwazin."