Hevşaredarên desgtîrkirî: Operasyon ji bo qeyûman bû!

Hevşaredarên Şermex, Stew û Dêrka Çiyayê Mazî gotin: “Em dizanin ku operasyon ji bo qeyûman bûn.” Her wiha deme destgîrkirina hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk jî hate dirêjkirin.

Hevşaredarên Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) a Stewrê Gulistan Oncu, hevşaredara Dêrka Çiyayê Mazî Mulkiye Esmez û hevşaredara Şermexê Nalan Ozaydin ên li Mêrdînê di operasyona qirkirina siyasî ya ya roja Înê de hatin destgîrkirin û li şûna wan qeyûm hatin danîn, bi parêzerên xwe re civiyan.

Parêzeran anî ziman ku bi îdîaya ‘bi gumana li ser navê rêxistinê çalakî û xebat kirine’ hevşaredar hatine destîgirin û rewşa wan baş e. Parêzeran bûyerên hevserokan jiyayî weke ‘antîdemokratîk’ pênase kir. Parêzeran got: Hevşaredaran gotiye; ‘Em dizanin operasyon ji bo qeyûman hatine kirin’ ragihandin.”

Hevşaredar HDP’î ya Pirsûsê Hatîce Çevîk a di çarçoveya lêpirsîna bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandakirina rêxistinê’ di serdegirtina malan a duh de destgîrkiribû, derxistin pêşberî dozgeriyê.

Çevîk a piştî kontrola tenduristiyê şandin Dadgeha Ceaz ay Sulhê ya Nobedar a Rihayê deme destgîrkirinê du roj din jî dirêj kir.