'Hevgirtin û yekîtiya gelan wê serketinê misoger bike'

Peyman Viyan: Êşa Kurd, Ereb, Belûç yek e, êşa gelên bindest ên li Îranê yek e. Yekane rêya rizgariya gelan jî hevdengî yê.

Ji 15’ê Tîrmehê heya niha gelê Ehwazê li hemberî siyaseta rejîma Îranê ya bê av hiştinê û zêdebûna pirsgirêkên aboriyê daketin kolanan û xwepêşandanên girseyî dan destpêkirin. Xwepêşandan tenê bi Ehwazê re sînordar nema û belavî hin bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî bû. Di xwepêşandanan de hêrsa gel a li hemberî rejîma heyî derketiye pêş. Dîsa di wan xwepêşandanan de heya niha li gorî bîlançoyên fermî ji ber destwerdana hêzên ewlekariyê ya li ser xwepêşanderan, herî kêm 8 xwepêşander hatine kuştin û gelek ji wan hatine birîndarkirin.

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Peyman Viyan têkildarê rewşa xwepêşandanan axivî. Viyan bal dikişîne ser hevgirtina gelan a di vê pêvajoyê û bilindkirina têkoşînê.

Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan ji ANF’ê ev nirxandin kir:

"10 roj zêdetire ku gelê Ehwazê li ser lingan e û daxwaza mafê xwe yê rewa dikin; gel daxwaza avê dike, lê rejîma dîktator bi gulebaranê bersiva daxwazên gel dide. Bi dehan ciwanên Ereb di nava van xwepêşandanan de canê xwe ji dest dane, lê gel bi biryar e ku ji bo bidest xistina mafê xwe serî hilde. Rejîm jî bi her şêwazî hewil dide bi qetlîaman gel bêdeng bike. Gel ne tenê behsa ava vexwarinê dike, gel behsa mafê jiyanê dike. Bê aviyê bi hezaran malbat bê kar kiriye, ji ber ku gelê wir zêdetir bi girtina masiyan a li çemê Karûnê debara xwe dike. Lê bi zûhabûna çemê Karûnê re masî dimirin, ajalên ku gel li Xûzistanê xwedî dike ji ber bê aviyê dimirin, bi hezaran gamêş mirin û gel nikare li ser axa xwe çandiniyê bike. Ji ber ku rejîma Îranê ava vî walatî zûha kiriye, wate ji ber ku ava çemê Karûnê vediguhazîne bajarên navendî yên Îranê lewre ava çemê Karûnê zûha bûye, wê yekê jiyan li gel tengav kiriye û gel bi mirinê re hatiye mehkûmkirin. Taybetmendiya vê rejîmê qirkirin, bişaftin, êşkence û sêdarê dayin e, ew 42 salin ku bersiva rejîmê ya ji bo daxwazên gelan wiha bûye. Di destpêkê de ev peyam dan gel, yan hûnê asîmîle bibin, ji çand, exlaq û ji hebûna xwe dûr bikevin û xwe înkar bikin, yan jî hûnê werin qirkirin; bi vî şêwazî xwestin sîstema dîktatorî li ser gelan ferz bikin. Gelê Kurd, Ereb û Belûç bi salane ku dibin qurbaniyê vê sîstemê, ev gelane li ser erdnigariyekî xwedî dewlemendiyekî ku bi milyonan mirov dikarin li ser bijîn dimînin, lê zarokê vî walatê dewlemend dibin kolber û ji bo pariyek nan canê xwe didin, ji ber bê kariyê xwe dikujin û yan jî penaber dibin. Heqaret li wan tê kirin. Di bin navê sûxtberiyê de gelê Belûcistanê tê gulebarankirin, heta weke mirov nav li wan nakin, weke Ehwazê avê li ser wan qût dikin û bi mirinê re rû bi rû dihêlin. Bi salan e ku ked û malê vê gelî didizin û talan dikin, çanda madî û manewî ya gelan talan dikin û ji bo xizmeta desthilatiya dîktatorî bikar tînin. 42 salin ku ev gelane berdewam tên qetilkirin, qirkirineke siyasî, çandî û fîzîkî li ser van tê rêvebirin. Ji sîstema monarşî ya şah bigre heta dîroka reş a rejîma Îslamî, gelê Ehwazê jî weke gelê Kurd bûye qurbanî. Di vê sedsala bihorî de qetlîamkirin, asîmîlasyon, guhertina demografî û texrîbkirina xwezaya ku jiyana gelan dabîn dike bûye bîranînê van gelan. Birsî hatine hiştin, heta rejîmê hewil daye ku wana bi birsîbûnê terbiye bike, hatine serkotkirin û bi şêwazê hovane hatine êşkence û îdam kirin, lê ti carî teslîmî sîstema faşîst ya Îranê nebûne. Bi taybetî di van salên dawî de nerazîbûnên gelan pir zêde bûye û pêl bi pêl serhildanên gelên bindest ên dijî sîstema talankirinê ya rejîm Îranê zêde dibe. Ev serhildanane bingehê sîstema faşîst dihejîne, ev jî dibe sedem ku rejîm bikeve nav panîkeke cidî. Em dikarin bêjin ku di nav 42 salan de berdewam nerazîbûnên gelan çêbûne, lê herî kêm 10 sal navbera wan bûye û zêdetir kesên ku bi mêjiyê vê rejîmê perwerde bibûn piştgiriya van serhildanan dikir û nerazîbûnên gel berevajî dikirin û dixistin xizmeta desthilatekî din. Lê em dikarin bêjin ku ji sala 2017’an û şûnde her sal bi şêwazên radîkal gel serî hildide û sîstema heyî ji bingeh de red dike. Wate ev nerazîbûnên çêdibin bi îradeya gel pêş dikeve, ev pir girînge. Berê gel digot bila di rejîmê de guhertin çêbibe, lê niha gel dibêje bila ji bingeh ve hilweşe, ji ber kesên ku di bin navê guhertin de dihatin heman desthilat bûn ku tenê maskeya xwe diguhertin, lê êdî maskeyên wan ketine xwarê û rûyê wan ji bo gel eşkere bûye. Desthilat li ser xwîna gel jiyan dikin, hemû dirûşmeyên gel li dijî Vêlayetê Feqîh (Saziya herî jor ya ku bi Xameneyî ve girêdayî ye) e. Êdî ti bendewarî û hêviya gel ji vê sîstemê nemaye û bi yek dengî daxwaza hilwaşandinê dikin, ev pêlên serhildanan ji serê sala 2018’an ve destpê kir û hemû bajarên Îranê da ber xwe. Piştî şoreşa Îranê cara yekem bû ku serhildanên ewqas berfireh û bi şêwazekî radîkal pêk tê, heta niha berdewam ev serhildanane nesekinîne, rejîm jî berdewam bi qetlîaman xwestiye gel bê deng bike. Di serhildanên giştî yên meha Mijdarê ku ji ber giranbûna bênzînê re destpê kir, bi hezaran ciwan hatin qetil kirin û heta niha jî bi dehan ciwan di bin êşkencê de ne û bi dehan jî wenda ne. Rejîm ku di nava qeyraneke siyasî, civakî û leşkerî de ye, li hindir hewil dide bi her şêwazî gelan qir bike da ku desthilatiya xwe birêve bibe; berdêlê herî mezin gel dide, ji bo wê êdî sebra gelan nemaye û diherikin kolanan. Ji ber ku tiştekî gel winda bike êdî nemaye, ji mafê jiyanê bê parin, her roj bi sîstema înkar û îmhayê re rû bi rû ne. Her kêliyê îhtimal heye ku teqandinên mezin rû bidin.

Rejîma Îranê ya dagirker ava çemê Karûnê zûha dike, ji ber wê jî gel birsî û tî dimîne, her roj ciwanên vî gelî îdam dike, ti mafekî jiyanê ji bo vî gelî nas nake, dema ku gel dengê nerazîbûnê bilind dike, gotina wan ya yekê ya bê rûmet ewe; ‘hêzên derve gel sor dikin’, lê di rastiyê de li xwe mikur nayên ku bêjin dizî û talana ku em li ser vî gelî pêk tînin gel bi hêrs dike û êdî sebra wan nemaye. Ev gel ji canê xwe bêzar nebûye ku were kolanan da ku rejîma faşîst wana bi rengekî hovane qetil bike. Xameneyî ku mêjiyê vê sîstema qirker e, bi şêwazekî sersaxî ji gel re dixwaze; weke ku li walatekî din ev qetlîam bi rêve diçin û ji ber wê sersaxî dixwaze. Waye ewqasê ji exlaqê mirovatî dûrin. 

Gelên bindest tenê li kolanan dikarin mafê xwe bidest bixînin, wek ku di pêvajoya hilbijartinên sexte yê Îranê de jî me gotibû, di Îranê de maf ne li ser sindoqan, li kolanan tê standin. Ji ber ku bi anîna Îbrahîm Reîsî ev peyam dan gel ku careke din bi qetlîamên hovane re rû bi rû ne. Reîsî ku weke qesab tê bi nav kirin, xwedî dîrokekî reş e, bi yekdestkirina sîstema heyî re, pêvajoyeke nû yê qirkirinê dide destpêkirin. Lê ji bo gelan jî pêvajoyeke berxwedan û hevgirtinê dest pê bûye. Êşa Kurd, Ereb, Belûç yek e, êşa gelên bindest ên li Îranê yek e, yekane rêya rizgariya wan gelan hevdengî yê. Eger tenê çend roj ev gel dengê xwe bike yek wê rejîma faşîst nemîne, eger tenê çend rojan her kes weke hunermend, tendûristvan, nivîskar û hemû sazî û kesên çalakvan karê ku pê re mijûlin bidin seknandin, wê rejîm birûxe. Rejîm vê xeteriyê cidî dibîne, ji bo wê jî her derê bi zarokên vê rejîmê ango bi Besîc û çekdarên Sipahê Pasdaran ve mîlîtarîze dike, lê em dibînin ku ti hêz nikare pêşiya hêza gel bigre. Ev heqîqeteke ku em her roj bi rengekî ber bi çav dibînin, ji bo wê pêwîste gel bawerî bi hêza xwe bîne û bi yek carî dengê xwe bike yek da ku serketinê misoger bike.

Bê guman rolê jinan û ciwanan pir girîng e, jin û ciwan weke potansiyêla zindî ya civakê pêwîste rolê xwe yê dîrokî baş bizanin û pêşengiyeke xurt bikin. Dengên piştgiriyê zêde dibin, bi taybetî rolê jinan ya weke di serhildanên din de eşkere ye. Bi taybetî piştgiriya jinan ya li metroya Tehranê ya ji bo Ehwazê, berzkirina dirûşmeyên li dijî Vêlayetê Feqîh pir bi cesaret û hêja bûn, lê ya girîng her kes bê deng nebe. Bê dengî mirin e, sîstema koletî qebûl kirin û rewatî dayîna qetlîamên ku rejîm dike ye. Ya pir girîng jî ew e ku gel daxwaza xwe birêvebirdinê dike, êdî ti sîstemeke desthilat li ser îradeya xwe qebûl nake. Ji ber ku ev gelane di dirêjahiya dîroka xwe de şer kirine û berdêl dane, lê desthilatan cih guhertine û careke din mafê gelan bûye qurbanî. Di rastiyê de daxwaza gelan, xeta ku sîstemê red dike û îradeya gelan temsîl dike, wate xeta sêyem qebûl dikin û ji bo vê xetê jî têdikoşin û berdêlan didin."