Hevdîtinên KCK’ê yên li Başûrê Kurdistanê didomin

Heyeta KCK’ê di çarçoveya xebatên yekîtiya neteweyî de çû serdana Koma Kedkarên Şoreşger ên Kurdistanê ya Îranê.

Heyeta KCK’ê di çarçoveya xebatên yekîtiya neteweyî de li Başûrê Kurdistanê çû serdana Koma Kedkarên Şoreşger ên Kurdistanê ya Îranê.

KCK di çarçoveya nexşerêya xwe ya ji bo yekîtiya netewî de serdanên xwe yên ji  bo partiyên siyasî yên Kurd berdewam dike. Şandeya KCK’ê bi vê mebestê li Zirgiwêz çû serdana Koma Kedkarên Şoreşger ên Kurdistanê ya Îranê.

Şandeya KCK’ê ya ku Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê KCK’ê Serhed Varto jî nav de bû , ji aliyê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşgeran Ebûbekir Mûderisî, Endamê Mekteba Siyasî ya Komeleya Şoreşgeran Salih Şerîfî, Endamê Komîteya Navendî Îbrahîm Muhemedî û Îdrîs Kulahduzî ve hatin pêşwazî kirin.

Piştî hevdîtinê herdu alî têkildarî naveroka hevdîtinê ji çapemeniyê re axivîn û peyamên yekîtiyê dan. Alîkarê Sekreterê Giştî yê Koma Kedkarên Şoreşger ên Kurdistanê ya Îranê Ebûbekir Mûderisî destpêkê mafê axaftinê girt û diyar kir hevdîtina KCK’ê ya ji bo wan pir baş û erênî bûye. Mûderîsî bi berdewamî wiha got: “Civîneke baş bû. Em herdu alî li ser gelek mijarên girîng yên weke pirsgirêka yekîtiya netewî, sazkirina danûstandin û hevgirtina di navbera partiyan de, mijarên ku divê bi taybet Kurd li hember rewşa siyasî ya niha bikin, axivîn. Divê Kurd ji bo diyarkirina çarenûsa Rojhilata Navîn pêşengiyê bikin. Bi dîtina min evana tev nîqaşên zehf baş û zelal bûn.”

Ji şandeya KCK’ê Serhed Varto jî piştî Mûderîsî têkildarî encama hevdîtinê ji çapemeniyê re axivî û got: “Hevdîtina me bi armanca sazkirina yekîtiya netewî bû. Lê, me derfet dît ku li ser pêşketinên siyasî yên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê diqewimin jî bi axivin. Xeteriya herî mezin parçebûna Kurdan e. Eger hîna jî hêzên dagirker nêzî çareseriya pirsgirêka Kurd nabin jî dîsa jêdera xwe ji parçebûna Kurdan digire.”

Serhed Varto diyar kir ku wan di vê hevdîtinê de nexşe rêya xwe ya ji bo yekîtiya netewî pêşkêşê Komelaya Şoreşgeran jî kirine û got: “Me projeya xwe ya ji bo yekîtiya netewî pêşkêş kir û wan jî gotin, ewê li ser nîqaş bikin û paşê fikrê xwe bi me re parve bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku KCK di çarçoveya xebatên yekîtiya netewî de berê niha bi Goran, PDK-Î, HDK, Komeleya Zehmetkêşan ya Rojhilat, Komela Îslamî ya Başûrê Kurdistanê re jî hevdîtin kiribû.