Hevdîtinên kar û aş yên HDP’ê li Wanê berdewame

Hevdîtinên kar û aş yên HDP’ê li Wanê berdewame. Heyeta HDP’ê di roja duyemîn ya hevdîtinê de bi parçeyên cuda yên gel re hatin gel hev.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hevdîtinên xwe yên kar û aş yên di sala 2021’an de li Wanê dewam dike. Di roja duwem a hevdîtinê de bi parçeyên cuda yên gel re hatin gelhev û pêşniyarên çareseriyê pêşkêşî wan kir.
Heyetê serdana jinên li bazarê kar dikin, kir. Jinên xebatkar dan diyarkirin ku ew rastî gelek zorî zehmetiyan tên û alîkariya dewletê ji bo wan kirî her xebatkarekê jê sud ne girtiye, ji ber wê jî dikandaran dikanên xwe yên li bazarê girtin. Dikandaran gotin ku ger kar bi vî awayî bidome êdî kes nikare kar bike û wê her karkerek dawî li karê xwe bîne. Di heman demê de karkerên karê înşatê dikin jî ji heyetê re ragihandin ku ew encax heftiyê du rojan kar ji bo xwe dibînin. Dikandaran gazindên xwe yên derbarê girtina deriyên sînoran de jî anîn ziman û gotin ku karê wan ji ber rêgiriyê rawestiya ye, ji ber ku kel û pelên wan hemu ji der ve dihatin. Piştî girtina rê û şûnde qezencên wan jî kêmbûne. Di heman demê de diyar kirin ku ger bi vî awayî dewam bike ew ê dikanên xwe bigirin. Dikandaran ji bo heyetê jî pêşniyara ku di demek kurt de vekirina deriyê sînor kirin.
Heyetê di heman demê de serdana Bazara Ka û Lawiran a Erdîşê kir. Li wê derê kesên ku karê xwedîkirina lawiran dikin, gazindên xwe yên li ser bilindbûna nirxê xwarina lawiran kirin û di heman demê de qala cezayên bê zagon ên li wan tê birîn kirin.
Heyeta HDP’ê serdana odeya ajokaran jî kir. Wan jî li ser rewşa heyî û di encama zehmetiyên ku kêşayîn de ji neçarî wesayîtên xwe firotine.
Xwediyê qehwexaneyê yê ku ji destpêka destpêkirina şewbê û vir ve ev nêzî salekê ye nekarî nanek bibe mala xwe got, “Bi hezaran kesan re li salonên sporê kongreyan çêdikin, qehweyan digrin! Her weke tenê berpirsên vê şewbê esnaf.”
Serokê Odeya Hûnermend û Esnafên Ercîşê got ku hêza esnafana ne maye ku dikanên xwe veke hem hêza wan têra dana sîgorte û Barkûrê bide û diyar kir ku divê ji vana her yekê 6 pûan were xwar.
Heyeta ku ji Alîkarê Hevberpirsê Komîsyona Aborî ya HDP’ê Garo Paylan, Alîkarê Berpirsê Komîsyona Ekolojî Hacî Sonmez, Berdeva Komîsyona Ekolojî Menekşe Kizildere û Parlementera HDP’ê Mûazzez Orhan pêk tê, derbasî Taxa Çelebîbag  bûn û li Geliyê Zîlan daxuyanî da.
Hevseroka Komîsyona Ekolojiyê Menekşe Kizildere axivî û diyar kir ku Zîlan hafizayeke û nerazîbûn nîşanî projeya Santral Hîdroelektirîk (HES) ya dom dike da.
Heyetê ji bo yên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl avêtin Geliyê Zîlan.
Heyet piştî bernameya li Erdîşê û şûnde derbasî peravên Gola Wanê bûn, li ser xeteriyên li Gola Wanê daxuyaniyek dan.
Li ser navê heyetê Kizildere daxuyanî da, diyar kir ku Gola Wanê yek ji çavkaniya avê ya herî mezin e, divê tavilê bi lezgîn bê parastin. Kizildere got ku bi lez tê qirjêkirin. Kizildere wiha pêde çû: “Divê lez ev qanûn li Meclîsê bê erêkirin û Gola Wanê bê parastin.”