Hevdîtinên HDP’ê yên ‘Dema Azadiyê ye’ didomin

HDP’î di çarçoveya kampanya ‘Dema azadiyê ye’ serdana gundê Xolan a Cizîrê kirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xebatên xwe yên di çarçoveya pêngava ‘Dem azadiyê ye’ li gundên girêdayî navçeya Cizîr a Şirnexê bê navber didomîne.

Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, rêveberên HDP’ê yên navçe û bajar jî di nav de gelek kesî serdana gundê Xolan a Cizîrê kirin.

Şandeya HDP’ê bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Hevserokê HDP’ê yê Cizîrê Mesût Nart li ser girîngiya kampanyayê axivî.

Parlementerê HDP’ê Ozguneş jî axivî û ev got: “Tirsê li me disepînin. Heta roja îro bi dehan rêveber û hevşaredarên me hatine girtin û şandine girtîgehê. Tevî vê gelê me serî netewand. Gelê me mîna Çiyayê Cûdî li ber xwe didin. Em kêm nabin, zêde dibin. Bê Kurdan çareserî nabe. Kurd hêza çareseriyê ne. Em li dorî partiya xwe bibin yek. Tecrîda li ser Birêz Ocalan tê kirin, li ti derê cîhanê nayê pêkanîn. Ev tecrîd ne li gorî bawerî, wijdan û hiqûqê ye. Faşîzmê li ser me disepînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin”

Şande piştre, guh dan pirsgirêkên gel. Bername bi çepik û tilîliyan dawî bû.