Hevdîtina parêzeran li 18 kesên destgîrkirî hate qedexekirin

Li 18 kesên di operasyona dijî HDP, DBP, ESP û PSK'ê de li gelek bajaran hatin destgîrkirin, hevdîtina bi parêzeran re hate qedexekirin.

Bi fermana dadgeriya Tirk a ser bi desthilatdariyê ve, polîsên ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Amedê li Amed, Îzmîr, Antalya û Mêrdînê operasyonên hevdemî kirin.

Operasyon li dijî rêveberên HDP, SBP, ESP û PSK'ê û sendîkavanan hate kirin û 18 kes hatin destgîrkirin. Di nava kesên hatine destgîrkirinê de Dayikeke Aştiyê jî heye.

Di dema serdegirtinê de polîsan teror kirin û mal wêran kirin. Kesên hatine destgîrkirin: Rêveberên Rêxistina HDP'ê ya Amedê Mehmet Asana, Şeyhmûs Yavûz, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Baglarê Nasir Yelter û Rêveberê Navçeyê Huseyîn Baran, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Bismilê Şakîr Demîr, rêveberên HDP'ê yên Rêxistina Amedê Yasemîn Akengîn, Mehmet ALî Alkan, Mehmet Suslu û Abdullan Dengîz, Alîkarê Serokê Giştî yê PSK'ê Bayram Bozyel, Hevserokê ESP'ê yê Amedê Erkan Keskîn, Rêvebera SES'ê ya Şaxê Amedê Gulhan Tekîn, Hevseroka Şaxê 2'emîn a Egîtîm-Senê Arzû Koç, Endama Desteya Rêveber a Şaxê Odeya Endezyarên Makîneyê ya TMMOB'ê Arîn Zumrut, Hevserokê Şaxê Amedê ya TUM BEL-SEN'ê Bakî Ondeş, endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Vesiye Yîgît, Rêveberê TUAYDER'ê Şehrat Ûyanik û Nazîfe Yîgît.

Hinceta kesên hatin destgîrkirin nehate eşkerekirin. Bi biryara dozgeriyê ji bo 24 saetan hevdîtina bi parêzeran re li 18 kesên destgîrkirî hate qedexekirin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ragihand ku wê saet 17:30'î li ber Şaxê Amedê SES'ê daxuyaniyekê bide û nerazîbûnê nîşanî destgîrkirinê bide.