'Hevalên min li pêş çavên min qetil kirin'

Şahida biçûk a êriş û komkujiya dewleta Tirk a li Serêkaniyê Nêwîn Xabûr anî ziman ku hevalên wê li pêş çavên wê hatin qetilkirin û got, "Dixwazim vegerim bajarê xwe. Min bêriya lîstika bi hevalên xwe re kiriye."

Ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komên wê yên çete ku di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, zarok û jin jî di nav de bi sedan sivîl hatin qetilkirin û birîndar bûn. Her wiha ji ber êrişên dagirkeriyê zêdeyî 300 hezar mirov ji neçarî herêm terikandin.

Sivîlên ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk neçar man ji Serêkaniyê koç bikin li bajarên derdorê û li kampa Waşokanî ya Rêveberiya Xweser hatin bicihkirin. Ji ber êrişên dagirkeriyê bi hezaran zarok ji perwerdeyê bêpar man. Mexdûrên biçûk ên êrişên dagirkeriyê, zarok hewl didin travmaya hovîtiyê ji xwe xwe biavêjin.

Nêwîn Xabûr yek ji wan zarokane ku ji ber êrişên dagirkeriyê neçar ma ku ji Serêkaniyê tevî malbata xwe koçî Hesekê bike. Xabûr dibîne ku sivîl, zarok bi çi rengî ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve tên kuştin. Nêwîn ku li pêş çavên wan gund û malên wan tên bombekirin, dibêje ku mala wan ji aliyê dagirkeran ve hatiye şewitandin û eşyayên wan hatine dizîn.

'MIN BÊRIYA LÎSTIKA BI HEVALÊN XWE RE KIR'

Nêwîn Xabûr got, "Li vê deverê gelek zarok û sivîl hatin kuştin. Hevalên min ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Her kes li pêşberî vê rewşê bêdenge."

Nêwîn Xabûr destnîşan kir ku ew dixwazin vegerin bajar û dibistana xwe û got, "Min bêriya lîstika bi hevalên xwe re kir." Nêwîn Xabûr anî ziman ku ew ditirse di her kêliyê de balafirên şer bombeyan li wan bibarînin û got, "Li dijî Erdogan ê terorîst em bibin yek."