‘Heta Xweseriya Şengalê wê çalakî bidomin’

Desteya Rêveber a Şengalê: Gelê me li dora saziyên xwe, li dora hêzên xweparastinê bi taybetî jî Asayîşê kom bû. Ev çalakî wê dewam bikin û bi awayekî berfirehtir em ê ji bo Xweseriya Şengalê têbikoşin.

Desteya Rêveber a Şengalê civîna xwe a yekmîn a sala 2021’an lidar xisit. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê hemû şehîdan rojeva sereke ya civînê, rewşa dawî ya li Şengalê, lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê û berxwedana xelkê Şengalê ya li dijî van pîlanan bû.

Di civînê de biryar hate girtin ji bo valaderxistina pîlanên dijmin ên li ser Êzidiyan û taybet peyama 9’ê Çileya 2020’ê ya li ser Şengalê, çalakî û têkoşîn bê xurtkirin û domandin.

Piştî nîqaş û nirxandinan encamnameya civînê hate eşkerekirin.

Encamnameya civînê Desteya Rêveber a Şengalê wiha ye:

“Sale 2020’ê salekî bi zehmet bû ji bo gelê me yê Êzidî, xêrnexazan pir zehmetiyên mezin dan pêşiya gelê me yê Şengalê. Di nava salê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê bi dawî nebûn.

Yek ji pîlnên herî qirêj ku dixwestin vîna gelê me tine bikin peymana 9’ê Cotmeha 2020’ê bû ku ji aliyê Kazimî û PDK’ê ve li ser Şengalê hatibû îmzakirin bû. Wan hêzên ku dixwestin gelê Şengalê tine bikin û gelê me vegêrine çargoşe beriya fermana 2014’an. Wan hêzan dixwestin ku rêxistinbûna gelê Şengalê yên di berdêlên salên dûr û dirêj de hatin bidestxistin û heta roja îro hatîn, tine bikin. Lê bi ked û fedekariya gelê me yê bi îrade ew pîlanên qirêj hemû vala derxistin û ji nav birin. Gelê me û civaka Êzidî li hemberî cîhanê nîşan da ku dost û dijminê xwe ji hev naskririne û ti carî bindestiyê qebûl nakin. Her wiha roj bi roj rêxistina me berfireh bû xwirtir bû, kar û xebat zêde bûn.

Ji ber krîz û nexweşiyên mezin ên desthilatê wan sala 2014’an ferman bi serê gelê me anî. Wan hêzan Şengal bi destê dijminê serdemê DAÎŞ’ê ve berdan. Piştî vê gelê me êdî ji xwe bawere êdî nikarin xwe bispêrin xiyanetkar. Ji ber ku di dîrokê heta niha gelek nexweşî ji destê wan dîtine. Em desteya Rêveber spasiya gelê xwe yê bi rûmet dikin û em encamên serketina ked û xebatên wan pîroz dikin.Bi hêviya ku civaka me vê xebata xwe bidomîne heta xweseriya Şengalê bidin qebûlkirin.

Di sala 2020’ê de ji bo gelê Şengalê ji ber êrîş û nexweşiya şewba Koronayê û peymanên li ser Şengalê salekî bi êş bû. Tevî vê jî sazî û meclîsên Şengalê kar û xebat bi rengekî berfireh dikirin.

Di nava salê de li ser banga Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi hezaran kes ji nava kampên Başûrê Kurdistanê vegeriyan Şengalê. Ji nû ve dest bi jiyanê kirin li Şengalê.

Bi taybet di mijara peymana 9’ê Cotmeha 2020’ê gelê me ji bo parastina destkeftiyên xwe bi awayekî berfireh û berdewam li ser piyan bûn.

Her wiha ji aliyê sazî û rêxisitinên me ve kedek mezin ji bo rêxistinkirina civaka Êzidî hate dayîn. Dîsa şaredariyên me li gorî derfetên xwe xizmet ji bo gelê Şengalê kir.”

Herî dawî ji bo sala 2021’an Desteya Rêveber a Şengalê da diyar kirin ku ew ê vê salê bikin sala xweseriya Şengalê û got: “Gelê me di nava têkoşîneke bê eman de ye. Bi vê têkoşînê da nîşandan ku tu kesî nas nake ku ne di berjewendiyên Êzidî û gelê herêmê de kar bikin. Gel bi çalakiyên xwe li dorî sazî û hêzên parastinê û taybet Asayîşê kom bûne. Ev çalakî wê dom bikin heta ku Xweseriya Şengalê pêk tê.”