'Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, li Rojhilata Navîn çareserî nabe'

Rojnamevan nivîskar Hesen Cûdî bal kişand ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan û got, "Pirsgirêka Kurd bêyî wî çareser nabe, heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe li Rojhilata Navîn pirsgirêk çareser nabin. Lewma têkoşîna ji bo azadiya wî divê cîhanî be."

Bi rasthatina sala 24’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, di serî de ji bo azadiya Rêber Apo û valaderxistina komployê di serî de gelê Kurd û her kes di nava tevgerê de ye.

Di vê çarçoveyê de Nivîskar û Rojnamevan Hesen Cûdî derbarê komploya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd armanc û tecrîda giran a li ser ji ANF’ê re nirxand.

Cûdî bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî, ziman û çand-wêje û got: “Her demê Kurdan ji bo vê têkoşîn kir êrîşên qirkirinên li ser pêk hatiye. Armanca van hemû êrîş û komployan di serî de bê pêşng hiştin û tinekirina gel bû. Ev pîlan û komplo dema hatiye asta navxwe û dem jî hatiye di asta navneteweyî de pêk hatiye. Di dîroka nêzîk de mezitirîn komplo û êrîşa tinekirinê li ser gelê Kurd bi peymana Lozanê hate kirin. Lozan peymaneke welê ye ku Kurdan tine bike, li ser 4 dewlet-netewe hatin parvekirin. Armanca Lozanê mirov dikare wiha rêz bike;

- Înkarkirina hebûna gelê Kurd û bi ti awayî di nava qada navneteweyî de cih negire.
- Divê bi fîzîkî bê qirkirin, weke Zîlan, Helebçe, Enfal û bi sedan komkujiyên din ên li dîrokê pêk hatin.
- Qirkirina çand-wêjeya Kurd.
- Siyaseta koçberkirin.
- Parçekirina gelê Kurd.
- Siyaseta bêkarkirin.”

‘DI SED SALÎ DE POLÎTÎKAYA ÎNKAR Û ÎMHAYÊ HATE DOMANDIN’

Rojnamevan Cûdî bal kişand ser dîroka têkoşîna Kurd û PKK’ê ya ji tevgerên din û ev nirxandin kir: “Di pêvajoya sed salî de ve polîtîkaya înkar û îmhayê dom kir. Di vê pêvajoyê de gelek Kurd gelek serhildan û raperîn kir. Bi van serhildanan gelê Kurd karî heta vê astê bê. Lê zêde nekarî serketinên mezin bidest bixîne ew jî ji ber komplo û êrîşan. Bi destpêkirina tevgera PKK’ê re û têkoşîna kir, heta astekê karî pêşiya van êrîşan û komployan bigire.

‘RÊBER APO Û PKK LI DIJÎ LOZANÊ DERKET’

PKK’ê qedera qirkirinê ya li ser gelê Kurd sed salbû hatibû sepandin, rawestan û gelê Kurd ji nû ve vejand. A PKK’ê ji tevgerên din cuda dike ew e ku PKK li ser raman û felsefeya Rêber Apo karî pêşiya peymana Lozanê ya girkirina gelê Kurd û parçekirina Kurdistanê girt. Ji bo vê em dikarin bêjin têkoşîna Rêber Apo û PKK’ê ji destpêkê ve li dijî Lozanê ye. Rêber Apo û PKK’ê Lozan têk bir.

‘KETIN NAVA TEVGERÊ Û LI SER RÊBER APO Û PKK’Ê LI HEV KIRIN’

Nivîskar û Rojnamevan Hesen Cûdî diyar kir ku hêzên komploger û herêmî ji bo pêşiya vê tevgerê bigire ketin nava têkiliyê û li hev kirin. Cûdî wiha domand: “Hêzên navneteweyî, dewlet-neteweyên ku Kurdistan dagir kiribûn, li hev kirin ku çawa bikarin pêşiya vê têkoşîna PKK’ê ya li Kurdistan û bûye cîhanî bigirin. Ji ber ku di serî de Rêber Apo û PKK’ê hemû lîstik û pîlanên wan têk bir, dîsa sîstema dewlet-netewe ya ku qerta Kurd li ber hev bikar dianî, ji destan wan girt û da gelê Kurd. Dema ev kir PKK û gelê Kurd bû xwedî doz û têkoşîneke mezin.

‘RÊBER APO XWEDÎ SIYASETEKE SERBIXWE BÛ KU KOMPLO TÊK BIR’

Cûdî diyar kir ku hê ji destpêkê ve Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK xwedî siyasetek serbixwe bû û wiha pêde çû: “Ji bo wê sîstema dewlet-netewe çi kirin, nekarî Rêber Apo û PKK’ê bikişînin aliyê xwe, berovajî vê her çû PKK weke bahozekê mezin bû. Ji bo li dijî Rêber Apo û PKK’ê dest bi komployê kirin. Gava yekem a vê komployê jî ew bû ku bi îdîa û hincetê bê bingeh û vala PKK xistin lîsteya terorê. Olf Palma qetil kirin û vê jî xistin stûyê PKK’ê. Piştî 32 salan dewleta Swêd bi xwe li xwe mikur hat ku PKK’ê ev yek nekiriye. Ev jî nîşan dide ku PKK ne rêxistineke terorê ye ku bi vê îdîayê hatibû xistina lîsteya terorê.

'30 WELAT Û HINEK ALIYÊN KURD DI KOMPLOYÊ DE CIH GIRTIN'

Li ser tevlîbûna hêzên Kurdî ya di komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hate de, Cûdî ev nirxandin kir: “Şerê salên 1992-2000’î yên hêzên Kurdî li dijî PKK’ê çi bûn? Bê guman hemû jî di çarçoveya komployê de bûn. Li Şam û Lubnanê gelek êrîş û pîlan li ser Rêber Apo kirin. Hewldana dawî 9’ê Cotmeha 1998’an bû. Xwestin Rêber Apo tine bikin. Sîstema cîhanî dixwestin destwerdanê li Rojhilata Navîn bikin, formek nû bidinê. Li dijî vê Kurdên azad li ber projeya wan asteng bû. Rêber Apo û PKK’ê jî pêşengtiya vê dikir. Rêber Apo her Rêberê Gelê Kurd û hem jî Rojhilata Navîn bû. Ji ber ku Rêber Apo xwedî alternatîfek bû. Ji bo wê sîstemên cîhanî Rêber Apo weke astengiyek esasî ji bo projeya xwe dîtin.

Di nava vê komployê de 30 welat cih girtin. Ji Asya bigire heta Efrîqa, Ewropa û Emerîka dîsa Kurdên noker di nav de cih girtin. Van hêzan li gel hêzên herêmî li hev kirin ji bo Rêber Apo û PKK’ê tesfiye bike. Gava vê jî 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir û 15’ê Sibata 1999’an ku Rêber Apo hate dîlgirtin û radestî Tirkiye hate kirin.”

‘BI KOMPLOYÊ XWESTIN AKP ROLA PKK’Ê YA LI ROJHILATA NAVÎN KÊM BIKE’

Li ser pirsa çima Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî Tirkiye kir Cûdî ev got: “Di komployê de Tirkiye xwedî roleke herî pasîf bû. Ji bo Tirkiye zêdetir bixin di bin kontrola xwe de Rêber Apo radestî Tirkiye kir. Bi vê komployê Tirkiye ji bo xwe kirîn. Heta hatina ser desthilatê ya AKP û Erdogan jî beşek ji bo domandina astên din ên komployê bû. Avakirina APK’ê ew bû ku rola PKK’ê ya li Rojhilata Navîn kêm bike. Piştî zêdetirî 20 salan derket holê ku ew bi xwe têk diçin, yên hildiweşin AKP û Erdogan e, ne PKK û tevgera azadîxwaz a Kurd e. Her diçe dewleta Tirk hildiweşe.”

‘BÊ AZADIYA RÊBER APO, NE PIRSA KURD NE JÎ ROJHILATA NAVÎN ÇARESER DIBE’

Nivîskar û Rojnamevan wiha domand: “Li Rojhilata Navîn pirgirêkek mezin heye ew jî pirsa Kurd e. Nûnerê vê dozê jî Rêber Apo ye. Ji bo vê her dewlet û welatekek dixwaze aştî û aramî hebe, tavilê dive ji bo azadiya Rêber Apo bikeve tevgerê. Ji ber ku bê Rêber Apo, pirsa Kurd çareser nabe, bê çareseriya pirsa Kurd jî ti pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser nabe. A ji aliyê her kesê ve bê zanîn û tê zanîn ev e. Her dewleta dixwaze li Rojhilata Navîn bibe xwedî hêz, dive Rêber Apo û doza Kurd esas bigire.”

‘KONSEYA EWROPA, CPT Û EMERÎKA JI SÎSTAM ÎMRALÎ BERPIRS IN’

Cûdî bal kişand ser sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmralî û ev anî ziman: “Ji vê sîstemê di serî de Eweropa, Konseya Ewropa, Emerîka berpirs e. Di asta duyemîn de Tirkiye berpirs e. Eger ku sîstema êşkence û tecrîdê li Îmralî heye, Konseya Ewropa, CPT û Emerîka berpirs e; ji ber ku wan di destpêka sedsala 20’an pirsa Kurd derxist hole. Yên Rêber Apo radestî Tirkiye kirin, ew in. Ji bo wê ew ji jiyan û tenduristiya Rêber Apo berpirs in.”

‘RÊBER APO BÛYE KESEKE CÎHANÎ’

Nivîskar û Rojnamevan Hesen Cûdî anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye keseke cîhanî û wiha pêde çû: “Rêber Apo rast e Kurd e, xwedî tezeke cîhanî ye. Niha li dehan zankoyên cîhanî siyaseta cîhanê li ser raman û felsefeya Rêber Apo lêkolîn dikin, dinivîsin. Ji bo wê mayîna Rêber Apo li zîndanê deqeke reşe li ser demokrasiya Emerîka, Ewropa yên ku banga demokrasiyê dikin. Deqeke reşe li ser rûyê Tirkiye, Emerîka û hew dewletên di nava komployê de cih girtin.”

‘TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA OCALAN ERKEKÎ CÎHANÎ YE’

Herî dawî Cûdî bibîr xist ku têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, di serî de ji bo Kurdan erkekî netewî ye, ji bo mirovahiyê erkekî exlaqî ye, ji bo ragihandinkaran û oldaran erekî exlaqî ye, ji bo hemû mirovahiyê jî erkekî cîhanî û mirovahî ye. Cûdî got: “Eger ku Rêber Apo hê girtî be, demokrasiya li cîhan bê wate ye. Dîsa hemû bang û demokrasiya li Emerîka cihê pirskirinê ye. Çawa dibe bîrmendek weke Rêber Apo li zîndanê bê ragirtin.”