'Heta girtî azad bibin em ê li ber xwe bidin'

Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amedê dabûn destpêkirin di roja 58’an de didome. Malbatan diyar kirin heta ku girtî azad bibin wê li ber xwe bidin.

Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amedê dabûn destpêkirin di roja 58’an de li avahiya Baroya Amedê didome. Malbat dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên ku divên bên berdan, zûzûka werin berdan.

Ahmet Kolakan ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 2’an Bandirmayayê de ye name ji Nobeta Edalete re şand û nameya wî hate xwendin.

Încî Guler a ku xizmên wê jî girtî ne got “Em 58 roj in di nobeta edaletê de ne lê ji rayedaran tu deng nayê. Heta ku daxwazên me pêk werin em ê nobetê bidomînin.”

Xizma girtiyan Reşahat Ada jî diyar kir ew ê dev ji vê nobetê bernedin û got “Hewce bike em ê ji bo zarokên xwe, biçin mirinê. Li kolanan be, li pêşiya edliyeyê be, li ku derê dibe bila bibe em ê ji bo zarokên xwe li ber xwe bidin.”

WAN

Bi heman mebestê li Wanê jî çalakî hatibû destpêkirin. Ev nobet di roja 34’an de li Baroya Wanê didome.

Rêxistina HDP’ê ya Westanê çû serdana malbatan. Rêveberê HDP’a Westanê Basrî Aslan diyar kir tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hemû civakê belav bûye û got “Bi tecrîdê re tê xwestin civak bêdeng bimîne. Ji bo şikandina îradeya civakê zext tê kirin. Lê em dizanin bi tecrîd û zextan wê nikaribin encamê bistînin û bi ser bikevin.”