'Heta azadiya Rêber Apo em ê li ser piya bin'

Şêniyên herêma Behdînanê bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin, "Rêber Apo ji bo yekîtî û azadiya gelê Kurd têdikoşe. Em ê jî heta azadiya Rêber Apo li qadan bin."

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her devera Kurdistanê cihê nerazîbûnan e. Şêniyên herêma Behdînanê ya Başûrê Kurdistanê di vê der barê de axivîn û bal kişandin ser girîngiya Ocalan ji bo gelê Kurd.

Ciwanê bi navê Kahraman nerazîbûn nîşanî komplo û tecrîdê da û got, "Ev 21 sal in Serok Apo ji aliyê dewleta faşîst a Tirkiyê ve hatiye girtin. Ev yek wê ti carî ji aliyê gelê Kurd ve neyê qebûlkirin. Ji ber vê yekê 15'ê Sibatê ji bo me rojeke reş e. Em ê li hember vê yekê her dem bisekinin. Dewleta Tirk ji bona tinekirina gelê Kurd her tim planên qirêj dike. Lê belê ev armancên wan ên qirêj jî wê ti carî ser nekevin, ji ber ku heta cîhekî dikarin xwe li ser xwîna Kurdan bide jiyîn. Wê li pey hemû êşên ku gelê Kurd kişandiye di dawî de xweşî û azadî hebe, ji ber ku Serok Apo rêyeke rast nîşanî me daye. Dewleta Tirk her çiqasî êrîşên xwe dijwar bike wê gelê Kurd jî her dem li beramberî wan bisekinin û têkoşîna xwe dewam bikin. Li her çar perçeyê Kurdistanê gelê Kurd yek in û ji bo yek armancê şer dikin. Em hemû jî ji bo paşerojeke azad rabin serhildanê û nehêlin ku dijmin êrîşê me bike. Em ê destê hevdu bigrin û ti carî destê hev bernedin. Ev 21 sal in Serok Apo li Îmraliyê ye, ev neheqiyekî mezine û li ser gelê Kurd tê ferzkirin. Ji xwe gelê Kurd her tim di dîrokê de ji aliyê dagirker û serdestan ve hatiye qetil kirin û ji qirkirinan re derbas bûne. Ji ber vê yekê divê em yek bin û di serî de li ser dagirkeriya Tirk de biçin da ku bi ser bikevin."

'GELÊ KURD BIBE YEK WÊ TI HÊZ NIKARIBE LI PÊŞIYA ME BISEKINE'

Welateyeke din ya bi navê Nergîz Elî diyar kir, "Em ê ti carî dîlgirtina Serok Apo qebûl nekin û heta Serok Apo azad be em ê ser linga bin."

Nergîz Elî bi dewamî got, "Divê em bibin yek û rabin ser xwe da ku bikaribin li hember dewleta dagirker a Tirkiyê bisekinin û bi ser bikevin. Li ku devera cîhanê neheqiyeke bi vî awayî nayê qebûlkirin, lê Rêber Apo ev 21 sal in di bin tecrîtekî giran de ye. Serok Apo her tim ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya. Em jî wek gelê Kurd divê êdî bi hemû hêza xwe ji dagirker û zordaran re bêjin bisekine. Dema ku em bibin yek û rabin ser xwe wê demê ti hêz nikare li beramberî me bisekine, lewra gelê Kurd ji dîrokê heta roja îro her dem li ber xwe daye, xwedî dîrokekî kevnar a têkoşînê ye. Em wek welatiyên Başûrê Kurdistanê vê komployê şermezar dikin û divê ev tecrîta li ser Rêber Apo bê rakirin. Ji bo şikandina tecrîtê jî em heta dawî li pey fikrên Serok Apo bimeşin. Gelê Kurd ti carî bindestiyê qebûl nekiriye ji vir û şunve jî qebûl nakin. Heta Serok Apo azad nebe em ê her tim li ser piya bin. Heta ku Serok Apo azad nebe gelê Kurd jî azad nabin."