Hesen Rehman Pena: Cudahî di navbera kiryarên Erdogan û Saddam de nîne

Endamê Komîteya Navendî ya Komele Hesen Rehman Pena bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker ku serkêşiya wê dîktator Erdogan dike û got: "Ti ferq di navbera kiryarên Erdogan ên li Kurdistanê û Saddam ên li Iraqê nîne."

Endamê Komîteya Navendî ya Rêxistina Kurdistanî ya Hîzba Komunîst a Îranê (Komele) Hesen Rehman Pena derbarê êriş û bikaranîna çekên kîmyewî de ku dewleta Tirk a li ser gelê Kurd bi kar tîne, bêdengî û rewşa li Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.

Rehman Pena bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewletên dijminên Kurdan û got: "Ji ber destkariya hêzên hegemon ên mîna Emerîka, Rûsya û dewletên din herêmên ku Kurd lê ne tim zext û êriş li ser Kurdan tê kirin. Li aliyê din mijara bawerî ya Sune û Şîa jî heye."

Pena diyar kir ku DYE biryar daye ku ji Iraqê derkeve, ev jî wê bike ku valatiyek derkeve û ev anî ziman: "Dema ku ev yek dibe, dewleta Tirk ji vê sûdê digire û êrişî xelkê Kurdistanê dike. Li aliyê din jî Dewleta Komarê ya Îslamî ya Îranê heye dixwaze zextê li Kurdan bike."

'NE LI SER ERÊKIRINA DYE Û NATO'YÊ BÛNA BALAFIRÊN TIRKIYE NIKARIN LI NAVÇEYÊN KURDAN BIFIRIN'

Endamê Komele Hesen Rehman Pena bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagiker û bêdengiya li ber vê ya li cîhanê û wiha domand: "Bi nêrîna min Emerîka û NATO ji bo Tirkiye lambeya kesk pêxistiye, nexwe ne mimkûn bû ku balafirên Tirkiye li ser esmanên Helebçe bifiriya û navçeyên din ên Kurdisanê bombe bikin. Ev herêm dema xwe dikevin xeta 36 beşek ji wê di bin kontrola Emerîka de ye, lê çima destwerdanê nake? A diyar dibe ku dijminahiya xebata azadiya gelê Kurd dike, beşeke din jî bi rewşa rêveberiya Iraqê ve girêdayî ye. Iraq bê xwdî ye."

'TIRKIYE BI ÇEKÊN WELATÊN ROJAVA LI HEMBER GELÊ KURD SÛC DIKIN'

Pena qala bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên gerîla jî nirxandin kir û wiha pêde çû: "Dewleta Tirk bi çekên walatên Rojavayî li ber çavê cîhanê li dijî gelê Kurd sûc dike. Vê jî vekirî dike. Tirkiye bi piştevaniya NATO, DYE û YE’yê dike. Eger ne wisa ba wê van welatan pêşî lê bigirta. A Tirkiye niha li ser Kurdan dike, dijî mafê mirovan e. Ji bo wê ye ku li gorî min Fransa, Elmanya, Rûsya, DYE rê didin Tirkiye ku vî sûcî bike."

'TI FERQEK DI NAVBERA KIRYARÊN ERDOGAN Û REJÎMA BAAS A SADDAM DE NÎNE'

Rehman Pena bal kişand ser sûcên Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyap Erdogan kir û got: "A kiryarên Erdogan dike ne ji yê rejîma Saddam Hisên a li Helebçe û Serdeştê kiribû, cudatir e. Ti ferq di navbera êrişa li Nakazakî û Horeşîma hate kirin ji ya li Kurdistanê tê kirin cuda nîne. Ji bo vê divê raya giştî ya azadîxwaz a cîhanê agahdar be. Ji bo wê zextê li wan bike."

'DIVÊ KAR JI BO BERJEWENDIYÊN KURDISTANÊ BÊ KIRIN'

Endamê Komîteya Navendî ya Komele Pena diyar kir ku dibe di nava aliyên siyasî yên Kurd de cudahî hebe û ev yek jî xwezayî ye. Pena wiha domand: "Divê aliyên Kurd hemû li dijî biryara Parlamenta Tirkiye û Îranê be. Nabe ku partiyeke siyasî ji bo dewleta Tirk bê pêşkêşkirin. Divê jiyana gel û partiyên siyasî parastî bin. Nabe bi ti awayî çek li ber yek bên rakirin. Divê kar hemû ji bo berjewendiyên gel û Kurdistanê bê kirin. Eger wiha be, wê demê mirov dikare pêşiya êrişên dagirkeriyê bigire.

'DAGIRKER LI DIJÎ KURD Û KURDISTANÊ NE'

Dewleta Tirk tenê ne li dijî hêzeke siyasî yan ramaneke siyasî ye. Li dijî gelê Kurd-Kurdistanê ye. Li dijî hemû partî, aliyên siyasî û ol û baweriyan e. Divê her kes li dijî vê yekê xwedî helwest be."

'BAŞÛR Û ROJAVA DESTKETIYÊN TEVAHIYA GELÊ KURD E; DIVÊ BIPARÊZIN'

Pena bal kişand ser destketiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê û got: "Destketiyên li Başûr û Rojava destketiyên tevahiya gelê Kurd e. Ji çar parçeyên Kurdistanê xwîn ji bo van destketiyan hatiye rijandin. Ji bo wê divê dema êrişê her kes li ber rabe. Mafê her kesî heye li Rojava û Başûr bi azad bijî, kar û çalakî bike."