Hêrs û armancên şehîdan da ser milê xwe

Warşîn Avaşîn xewn û xeyalên Zeryan Mûş da ser milê xwe û rabû ser piyan. Têkoşînê dewam dikir. Hêrsa hevrêyên xwe yên şehîd ajot lûleya tivingê û bi vî rengî şer kir.

Ji bo parastina hevrêyên xwe, xwe da pêş û bi tena serê xwe bi saetan li dijî dagirkeran şer kir gerîla Warşîn. Sekna "Ev der Heftanînê ne, eger hûn hatibin vê derê, derketina we ji vir nabe".

Ne cara yekê bû ku Warşîn li dagirkeran rast dihat. Berê li qada Şehîd Berîvan ku berxwedana destpêkê li wir dest pê kir li gel Zeryan Mûş cih giritbû ku xeta berxwedanê ava kiribûn. Ya ku ew diparast tehtekî biçûk bû. Dibe ku bi dehan balafiran bombe li cihê lê bûn barandin, bi dehan obus û hawan li wî tehtî ketin. Lê wî tehtî her du gerîla parast. Tevî bombardûmanê jî ew radibûn û li dagirkeran didan.

Du jin ên ciwan bi tena serê xwe şer kirin. Wê rojê di wî şerî de Zeryan Mûş şehîd bû. Warşîn Avaşîn xewn û xeyalên Zeryan Mûş da ser milê xwe û şer kir. Şer dewam dikir, diviyabû xewn û xeyalên şehîdan bida ser milê xwe û bimeşiya.

Çanda berxwedanê ku jê re bûbû mîrate, ew dikir jineke hîn wêrek û bi îrade. 8'ê Tebaxê dagirkeran dema êrişî Pîrbila kirin dixwestin ku vê derê dagir bike û heta Banikê xetekê bi dest bixin. Bi vî rengî wê xaka Başûr bi temamî li artêşa Tirk a barbar bihata vekirin. Warşîn di wê kêliyê de mîna ronahiyekê şewq da û li ber dagirkeran rabû. Bi sedan ruhên di bedenekê de li dijî dagirkeran şer dikirin. Wê hêrsa şehîdên beriya xwe hemû dabû ser milê xwe û xistibû lûleya tivinga xwe. Bi vî rengî şer kir. Ya ku destpêkê dagirker dît, ew bû, ya ku derba destpêkê li dagirkeran da, ew bû. Ya ku dagirker mijûl kir û kir ku hevrêyên wê xwe amade bike, ew bû. Ji bo parastina hevrêyên xwe da pêş û bêyî ku lûleya tivinga wê bicemide destê xwe ji ser tetîkê venekişand. Bi vî rengî şer kir.