Herêmên DAÎŞ’ê yên di destê Erdogan de

Ma gelo ne zelal e ku Erdogan bi çeteyên wekî DAÎŞ û yên din wê li ‘Herêma Ewle’ ya ku wê ava bike, van çeteyan perwerde bike û ji bo armancên xwe bi kar bîne û bi van çeteyan gefan li cîhanê bixwe?

Taybetiya hevpar a hemû dîktatorên cîhanê ev e ku li hemberî civakê hêzên paramîlîter bi kar bînin. Hêzên paramîlîter li hin cihan eşkere bin jî bi veşartî tên birêxistinkirin. Ji ber ku ne girêdayî tu qanûnan in, di karên herî qirêj de tên bikaranîn. Bi terorê re civakê ditirsînin.

Dewlet yek ji amûra herî mezin a tepisandin û tirsandinê be jî xwe bi qanûn û hiqûqê sînor dike, lê bi hêzên paramîlîter dikare her tiştî bike. Tu berpirsyariyê jî wernagire. Dîktator hêzên paramîlîter an birêxistin dikin yan jî wan dixin kontrola xwe û wan dixin nav tevgerê. Ji destpêkê ve kesên ku wekî dîktator derdikevin holê, beşeke wan a zêde avaniyên wisa veşartî û qirêj amade kirine. Mînaka herî berbiçav a vî tiştî Hîtler e. SS û SA’yên Hîtler hene, Mûssolînî û Franko jî avadaniyên wan ên wisa hene. Tê zanîn ku li Tirkiyeyê jî avadaniyên wekî MHP’ê jî vê kelepora wan heye.

HÊZÊN PARAMÎLÎTER ÊN ERDOGAN

Bi îxtîmaleke mezin Erdogan berê hêzên paramîlîter ava nekiribû. Dema li ser kursiya desthilatdariyê rûnişt û hêrsa desthilatdariyê lê rabû, wî jî gav bi gav hêza xwe ava kir. Avadaniya bi navê SADAT wisa ye. Erdogan hêzên din ên paramîlîter jî dixe bin kontrol û xizmeta xwe. Erdogan gelek çeteyên cihê birêxistin dike û wan dikeve nav tevgerê.

Mesele, ‘OSO’ îro li cîhanê yek ji hêza paramîlîter a herî çekdar û birêxistinkirî ye. Divê mirov li navê wan ê fermî nenihêre. Ew bi xwe terora ku kirine, îfşa dikin. Tê zanîn ku ev kes li mirovan didin, pozê wan dişkîne, guleyan bera pêyê hinekan didin, serê hinekan jê dikin û kindirê dixin stûyê hinek kesan û wan li erdê kaş dikin.

ÊDÎ GELEK TIŞTÊN DIN DIKIN

Erdogan ê ku hêzên wî yên paramîlîter hene, qîma xwe bi van tiştan nayne, ji ber ku ew dixwaze ne bi tenê li Tirkiyeyê xurt be. Êdî dixwaze di qada navneteweyî de jî xurt be û peyva wî pere bike. Dixwaze di qada navneteweyî de jî bîat li wî were kirin. Di demên dawîn de gelek caran dibêje ‘sînorên fermî û yên di dilê me de cihê ne’ Vê raza di dilê wî de 22 milyon kîlometrekareya dema Osmaniyan e. A niha jî hedefa wî sînorên Mîsak-i Mîllî yê beriya Lozanê ye, ev jî bi qasî 3 milyon kîlometrekare ye.

MEGALOMAN E Û DIXWAZE TÊKEVE HER DERÊ

Megalomanî û xwesteka ku dixwazin têkevin her derê, taybetiyên hevpar ên hemû dîktatoran e. Li benda minnet û bîatê ne. Çavê wan li axeke din e. Hîtler berê ‘Çûna ber bi rojhilat ve’ ji xwe re kir esas û êrîşî Rûsyayê kir. Mûssolînî ji Efrîkayê dest pê kir, dîktarorê Japon jî Kore û Çîn di serî de çav bera hemû Rojhilata Dûr da. Erdogan jî berê Lozan red kir û rejîma dîkta bi hêzên paramîlîter da destpêkirin. Gote, “Dixwazin me di Lozanê de asê bihêlin. Bila tu kes li qisûrê nenihêre! Sozeke me heye. Ji bo ku em xwe bigihînin hedefa 2023’an em ê zorê bidin hemû şertan” û hedefa xwe ya dema pêş êşkere kir. Bi gotina “Em neviyên wê dewletê ne, ya ku 22 milyon kîlometrekare axa wê hebû. Dema me qala Lozanê kir, hinek kes aciz bûn, gelo çima aciz dibin. Li Lozanê qadeke 3 milyon kîlometrekare ji nav destê me derket, 780 hezar kîlometrekare ji me re ma. Gelo ev çawa tişt e ku, tu ya di destê xwe de dide û tu dibêjî ez serkeftî me” jî hedefa xwe ya esas eşkere kir.

MESELE NE BI TENÊ ROJAVA Û PKK YE

Erdogan ji Efrînê heta Cerablûsê, ji Girê Spî heta xeta Serêkaniyê dagir kiriye, li Başûrê Kurdistanê jî dixwaze hin qadan dagir bike. Qîma xwe bi vî tiştî nayne û diyar dike ew ê heta Dêrazorê biçe. Tê zanîn ku Mûsûl jî kiriye hedef û ji xeynî Mûsûlê hedefa wî Hewlêr, Kerkûk û Silêmanî ye. Dibêje ‘Divê em meseleya Mûsûlê li Mûsûlê çareser bikin.’ Ango hedef ne bi tenê Rojava û PKK û PYD ye. Hedefa wî Başûrê Kurdistanê ye jî. Siberoj dema ku bixwaze qadên xwe yên dagirkeriyê yên van deran xurt bike, bila tu kes nebêje ku ‘PKK’ ye. Di heman demê de dema ku berê xwe bide Kibris û Yewnanistanê jî bila tu kes mat nemîne.

JI HELEPÊ HETA BOSNAYÊ

Erdogan di axaftinên xwe de qala Helebê heta Bosnayê, ji Mûsûlê heta Batûm, Kirim û Dêrazorê dike. Diyar e ku ev ne di gotinên de ye, li van deran xebatên wan jî hene. Lê gelo wê van tiştan bi kîjan hêzê û çawa bike? Dibe ku hinek kes henekê xwe pê bikin lê dema ku mirov li dîrokên dîktatoran dinihêre, ji dêvila ku mirov henekê xwe bi gotinên Erdogan bike divê mirov li ser van gotinan bifikire. Em Kurd, em dizanin ku divê wisa be.

KARÊN WÎ YÊN 5 SALAN LI HOLÊ YE

Erdoganê faşîst, herî kêm 5 sal in zilm û zordariyeke mezin li Kurdan dike. Li bodrûman mirovên me bi benzînê şewitandin, bi topan goristanên me parçe kirin, daristanên me şewitandin, bi bendavan axa me parçe kirin, demografiya welatê me guherand û hemû hêza xwe ye şer seferber kir. Ev yên ku em dizanin. Lê Erdogan qala 22 milyon kîlometrekare axê dike. Gelo wê çawa û bi kîjan rêyê van tiştan bi dest bixe.

FERMÎKIRINA ÇETEYAN

Wê bi piştgiriya DYE, Rûsya, NY û hin welatên Ewropayê re dagirkeriyê bike, li qadên ku jê re dibêje ‘Herêmên Ewle’ çeteyên wekî DAÎŞ’ê bi eşkere perwerde bike û wan birêxistin bike. Ji bo hedefên xwe wê Ewropa di serî de li gelek cihan bi nasnameyên fermî yên herêman wê van avadaniyên terorê bi kar bîne. Ev alav û amûrên di destê Erdogan, hinek jê di dewrê de ne lê dema ku di dema pêş de kete dewrê, wê her kes baştir bibîne. Ji ber vê jî di her carê de dema berê xwe da ser Kurdan û berê xwe bide Ewropayê, PKK’ê bike hincet wê tiştekî vala be. Ne bi tenê Ewropa û Emerîka, hin siyasetmedarên Kurd jî bi van tiştan dixapin.

Ma gelo ne zelal e ku Erdogan bi çeteyên wekî DAÎŞ û yên din wê li ‘Herêma Ewle’ ya ku wê ava bike, van çeteyan perwerde bike û ji bo armancên xwe bi kar bîne û bi van çeteyan gefan li cîhanê bixwe?