Her diçe rewşa Nasir Yagiz xirab dibe

Grevên li Hewlêr û Mexmûrê yên li dijî tecrîdê dewam dikin. Her diçe rewşa tenduristiyê ya Nasir Yagiz xirabtir dibe.

HEWLÊR

Çalakiya bêdawî û bêdorveger a endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz jî tevî ku rewşa tendirustiya wî xirabe jî di roja 114'an de bi biryardarî berdewam dike. Îro çalakî ji aliyê koma 57'emîn ve hate dewir girtin.

Li Nûnertiya HDP'ê ya li Hewlêrê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 114'an de berdewam dike.

Hevserokê Nûnertiya HDP'ê Abid Îke diyar kir ku meha Adarê meha xebat, şoreş û berxwedana gelê Kurd e û got; "Em niha jî bi heman awayî li dijî dijmin xebatê dikin. Divê gel li Bakur û Başûrê Kurdistanê beşdarî çalakiyan bibe û tevahiya gelê Kurd bi yek dengî û yek helwestê dawî li vê zilm û sitemê bîne."

Îke da zanin ku wê ji Başûrê Kurdistanê heyeteke din serdana Bakur bike û wê ji nêz ve piştgiriya xwe ya ji bo Leyla Guven dubare bikin.

Abid Îke diyar kir ku her ku diçe rewşa Leyla Guven û Nasir Yagiz xirabtir dibe û got; "Lewma erka hemû aliyane ku zextan li bixin li ser dewleta Tirk, ji bo ku daxwazên çalakgeran pêk bîne û ji metirsî û şehîdbûnê rizbar bibin."

SERDAN DIDOMIN: XWEDÎ LI DAXWAZAN DERDIKEVIN

Serdanên ji bo piştevaniya çalakiya Nasir Yagiz ê li dijî tecrîda li ser Ocalan di roja 114’an de ye dewam in.

Şandeya ji Mamotayê Zanîngehê Hevjîn Mela Emîn, Mamostayê Zanîngehê Kameran Mentîk, Rojnameger Peyman Ehmed, Rojnameger û Endama Desteya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Bêrîvan Mihemed, Aktîvîstê medenî Tanih Abdullah, Nivîskar û Rojnameger Hesen Cûdî, Mamosta û çalakvan Mihemed Bekir, Nûnerê Eniya Demokratîk a Gel Adil Osman, çalakvan Osman Mihemed û Hunermend Casimî Saz pêk dihat serdana çalakgerên li Nûnertiya HDP'ê di greva birçîbûnê de ne kir.

Li ser navê heyetê Mihemed Bekir axivî û got; "Em ji bo piştgirîkirina zêdetir a ji bo çalakgeran hatine. Em li vir radigihînin ku bi hemû awayî li gel maf û daxwazên çalakgeran in. Dikarin bêjin heta astekê baş çalakiyên çalakgeran bûne rojeva cîhanê. Lê, divê piştgiriya zêdetir hebe."

MEXMÛR

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdi (Mexmurê)a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 89'an de berdewam dike. Di heman demê de Endama Meclîsa Îştarê jî 54 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger de ye. Heyeta Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Nûnertiya Kongreya Star yên Başûrê Kurdistan serdana çalakgeran kir.

Li ser navê Kongra Star Delya Henan axivî û got: "Em di pêvajoyek pir giîing re derbas dibin. Ji bo vê yekê jî dewleta Tirk a faşîst ji bo pêşî li pêşketinên me bigire tecrîdek girankirî li ser Rêbertiya me dide meşandin. Em jî wek gelê Kurd bi tu şêweyî vê tecrîdê qebûl nakin. Her wiha ji bo ev tecrîd bê şikandin, li Kurdistan û derveyî welat çalakiyên grevên birçîbûnê hatine despêkirin."

Henan eşkere kir ku wê çalakiyên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven, Nasir Yagiz û Fadîle Tok de hatine destpêkirin bigihin serkeftinê û wiha domand; "Em dubare çalakiya we ya pîroz silav dikin û tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî bi tundî şermezar dikin."

Li ser navê koma 30'emîn jî berdevka komê Besê Budak xêrhatina şandeyê kir û got: "Em jî tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî şermezar dikin. Armanca vê calakiyên ku hatine destpêkirin jî şikandina tecrîda li ser Rêbertî ye. Wê bi berxwedana Leyla, Nasir û Fadîleyan tecrîda li ser Rêbertî bê şikandin û Rêbertî ji nav çar dîwarên zilmê de were azad kirin. Li ser vî bingehî em dubare xêrhatina we dikin û tevahî çalakvanên ku di greva birçibûnê silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin."

Heyet piştî serdana Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ya ku ev 54 roj in di çalakiya greva birçibune ya bêdawî û bêdorveger de serdana wargehê kir.