Helwesta Neteweyî: Tedbîran bigirin û piştevaniya Rojava bikin

Di danezana kombûna helwesta neteweyî de işaret bi cidiyeta gefên Tirkiyeyê yê li dijî Rojava hate kirin û hate diyarkirin, metirsî li ser tevahiya Kurdistanê ye. Hate gotin, "Li dijî êrîşan, divê li her derê, gelê me li ser piyan be. Roj roja xîretê ye."

Li ser banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) nûnerên piraniya partî û rêxistinên Kurdistanî û gelek kesên navdar ên Kurdistanê, li ser biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ya derbarê 3 têkoşên Kurdistanê, roja 15'ê Kanûnê li Brukselê li hev civiyan.

Encamnameya kombûnê bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re hate eşkerekirin

WÊ JI RÊVEBERIYA DYE'YÊ RE NAMEYEKE VEKIRÎ BÊ ŞANDIN

Di encamnameyê de hate ragihandin, ku biryar hatiye dayin bi navê kombûnê nameyeke vekirî ji rêveberiya Emerîkayê re bê şandin.

Hate bibîrxistin, 6'ê Mijdara 2018'an Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê ragihand ku sê rêber û şoreşgerên Kurd Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan xistine 'lîsteya lêgerînê' û ji bo girtina wan milyonan dolar terxan kirine.

Di encamnameyê de hate ragihandin, ev biryara Emerîkayê qet nayê qebûlkirin û hate şermezarkirin.

'HER SÊ ŞOREŞGERAN TEMENÊ XWE DI XIZMETA GELÊN KURDISTANÊ DE DERBAS KIRINE'

Derbarê mijarê de hate gotin, "Birêz Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan, zêdeyî 40 sal in di nava şoreşa Kurdistanê de di rêza yekem de, bi serbilindî cihê xwe digrin. Van her sê rêber û şoreşgeran, hemî temenê xwe, di xizmeta gelên Kurdistanê de derbas kirine. Niha jî, şev û roj vî karê pîroz, bê menfeet û xwebexşane dewam dikin. Van mirovan di temamê jiyana xwe de, li dijî zilm û zordariya dagirkeran sekinîn, li hember zalim û zordaran mirovatî parastin û xizmet ji gelên Kurdistanê û ji mirovatiyê re kirin."

Di encamnameyê de hate destnîşankirin, hikumeta Emerîka bi vê helwesta xwe ya neheq û bê hiqûq, dibe şîrikê zilm û zordariya dewleta Tirk. 

'TÊKOŞÎNA KURDAN A LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ, JI ERDÊ HETA EZMANAN REWA YE, PÎROZ E'

Encamnameyê wiha dewam kir: "Ev helwest, ji ehlaq û pîvanên mirovat,yê dûr e. Ev biryar, weke biryarên berê ye (lîsteya terorê û lîsteya narkotîkê) û bi encama bazarên qirêj de hatiye standin. Emerîka pêwîste bazarê li ser Kurdan neke. Hinek Kurdan dost henekan jî weke dijmin bi nav neke. Ev polîtîka, ji bo Emerîka jî encamên baş bi xwe re nayîne. Em dixwazin, Emerîka dev ji vê polîtîkaya şaş û neheq berde. Ji bo Emerîka, Kurdên baş û Kurdên nebaş hene. Kurdên li hember rejîma Sadam, yên li hember rejîma Îranê û yên li hember DAÎŞ'ê têdikoşin Kurdên baş in. Kurdên li hember zilm û êrîşên dewleta Tirk li xwe didin, Kurdên xirab in. Li kîjan parçeyê Kurdistanê be bila bibe, têkoşîna Kurdan li hember dagirkeriyê ye û têkoşîna azadiyê ye. Ev têkoşîn, ji erdê heta ezmanan rewa ye û pîroz e. Bi helwestên li gor berjewendiyên hinek dewletan, ev tekoşîn nayê qirêjkirin."

Hate bibîrxistin, 9 roj piştî biryara Emerîkayê, Dîwana Edalatê ya Ewropa, biryar da û got: Sedemên Konseya Yekîtiya Ewropa diyarkirî ji bo xistina PKK'ê di nava lîsta terorê, têrê nakin, bê bingeh û neheqin.

BANGA LI HIKUMETA EMERÎKAYÊ

Di encamnameyê de hate gotin, "Ji ber van sedeman biryarên derbarê PKK'ê de îptal kir. Di heman birayarê de Dîwana Edaletê, parastina Konseya Ewropa ya ku xwe diparasta lîsteya Emerîka jî red kir û neheq dît. Bi vê biryara Diwana Edaletê ya Ewropa jî derket holê ku biryarên van lîsteyan, bi sayiqên siyasî hatine standin, ne hiqûqî ne û ne adil in.

Di vê çarçoveyê de, em carek din vê biryara neheq şermezar dikin, bang li hikumeta Emerîkayê dikin û dibêjin, dev ji vê helwesta xwe ya şaş zalimane berdin û van lîsteyên neheq ji holê rakin."

Di dewama encamnameyê de işaret bi gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên ji bo êrîşa li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê hate kirin û hate gotin, "Rojek piştî gefên Erdogan, balafirên şer ên Tirkan, Mexmûr û Şengal bombebaran kirin. Di bombabarana Mexmûrê de hemû ji malbatekê, sê jin û zarokek, çar kesên sivîl û bê guneh hatin qetilkirin. Di bombebarana Şengalê de jî, sê kesên sivîl yên xelkê Kobanê ku li Şengalê di aşekî avê de dixebitîn, hatin qetilkirin."

'KURDISTAN BI TEMAMÎ DI NAVA HALEKÎ MAN Û NEMANÊ DE YE'

Di encamnameyê de hate ragihandin, ku beşdarên civînê li ser vê rewşa nû rawestiyane û helwesta xwe diyar kirin.

Li ser vê mijarê hate gotin, "Êrîşeke vî rengî li ser Rojavayê Kurdistanê, wê hemû destketên Kurdistanê bêxe nav tehlîkeyeke mezin. Bi dagirkeriyeke berfireh a rojavayê Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, wê başûrê Kurdistanê jî, bê dorpêç kirin ku gav bi gav bê fetisandin. Ev tê  wê manayê ku hemû Kurdistan di nav halekî man û nemanê de ye."

'TEDBÎRÊN PARASTINÊ BIGIRIN Û PIŞTEVANIYA GELÊ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BIKIN'

Li gorî encamnameyê, beşdarên civînê vê rewşa nû girîng dibînin û bang li gelê Kurdistanê û hemû hêzên Kurdistanî dikin ku rûdana nû tenê wekî gefekî nebînin, cidî bigirin û tedbîrên parastinê werbigirin û piştevaniya xelkê rojavayê Kurdistanê bikin. 

'ROJ ROJA XÎRETÊ YE'

Di encanmameyê de hate gotin, "Li dijî gef û êrîşan, divê li her derê, gelê me li ser piyan be.  Roj roja xîretê ye. Xelkê Kurdistanê, rêveber û hemû dînamîkên welêt divê li her derê lê ne, li welat û derveyî welat vê pirsê di serê her karî de bigirin û seferber bin ku rê li ber vê dagirkeriya dewleta Tirk bê girtin."

PIŞTGIRÎ JI GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ YÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ RE HATE DAYIN

Di dawiya encamnameyê de hate gotin, "Beşdarên civînê li ser çalakî û grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li dijî Birêz Abdullah Ocalan rawestiyan. Civîn, hemû çalakiyên li dijî tecrîdê destek dike û di şexsiyeta Birêz Leyla Guven de çalakvanan silav dike."