Helîkoptera leşkerî li Tetwanê kete xwarê: Herî kêm 9 leşker mirine-NÛ BÛ

Li navçeya Tetwan a Bedlîsê helîkoptera leşkerî kete xwarê. Li gorî çavkaniyên Tirkiye, bi kêmanî 9 leşker mirine.

Li herêma Rahova ya Tetwan a Bedlîsê helîkoptereke leşkerî ketiye xwarê.

Li gorî çavkaniyan  Tirkiye, 9 leşker mirine, 4 jî birîndar in.

Cihê ku helîkopter ketiye xwarê gelek tîmên AFAD û tenduristiyê sewqî wê hatine kirin.

Heta niha sedeam ketina helîkopterê nehatiye zelalkirin.