'Heke Ocalan azad bibe wê li tevahiya herêmê aştî pêk bê'

Kesayetiyên bajarê Kerkûkê komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin û gotin, "Ji bo aştiya li tevahiya cîhanê û navçeyê, em dixwazin Birêz Ocalan bê berdan."

Kesayetiyên naskirî yên bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê têkildarî komploya 15’ê Sibatê ji ANF’ê re axivîn û komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û bal kişandin li ser girîngî û bandora azadkirina wî ya li ser tevahiya herêmê.

‘AZADKIRINA BIRÊZ OCALAN BÛYE MIJAREKE CÎHANÎ’

Rojnamevan û Rewşenbîr Raber Reşîd bi behskirina derbarê destgîrkirin û azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi axaftina xwe kir û got, “Azadkirina Birêz Ocalan ne tenê bûye mijarekî taybet bi netewa gelê Kurd, belku bûye mijareke cîhanî û li hemû welatên Ewropa, Emerîka û Emerîkaya Latîn daxwaza azadiya Bırêz Ocalan tê kirin. Destgîrkirin û ragirtina Birêz Ocalan li girtîgeha Îmraliyê deqekî reş li ser dîroka hemû mirovatiyê ye.”

‘OCALAN NE TENÊ KESAYETIYEKÎ NETEWEYÎ Û SIYASÎ YE, HER WIHA BÎRMENDEKÎ CÎHANÎ YE’

Reşîd di berdewama axaftina xwe de bal kişande ser asta pêgeha Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pêde çû: “Birêz Ocalan ne tenê kesayetiyeke netewî û siyasî ye, belku bîrmendekî li ser asta hemû cîhanê ye. Pêwîste wek bîrmendekê nêzîkatî jê re bê kirin ne wek kesayetiyekî asayî ku mixabin li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Her wiha bi şêwazekê nêzîkatî jê re tê raberkirin ku tu yasa û hiqûqên navnetewî wê nêzîkatiyê qebûl nake.”

‘HEKE BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE WÊ LI TEVAHIYA HERÊMÊ AŞTÎ PÊK BÊ’

Rojnamevan û Nivîskar Raber Reşîd di berdewamiya nêrînên xwe de îşaret bi piştewanîkirina li kampanya ‘Ji Ocalan re Azadî’ kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî, “Azadkirina Birêz Ocalan teqez wê bibe hêwana aştiyê ji bo tevehiya Rojhilata Navîn. Mijara Kurd niha ne tenê li Rojhilata Navîn, belku li tevahiya cîhanê bûye mijareke çarenûssaz ji bo neteweyên din jî. Dema ku Birêz Ocalan azad bibe wê li tevahiya herêmê û hemû beşên din ên Kurdistanê aştî pêk bê û wê bandorê li ser hemû welatên din ên herêmê bike.”

‘KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ ŞERMEZAR DIKIN’

Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî Mamoste Hîwa Hesen Elî jî di destpêka axaftina xwe de bal kişande ser komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got; “Em wê komploya dijî Rêber Apo şermezar dikin. Serok Ocalan pêşengiya şoreşekê dike ku daxwaza mafê sereke yê neteweya me dike ango em neteweyek in li vî cîhanî û mafê me gelê Kurd e ku em bi zimanê xwe bixwînîn, azadiyên xwe berfirehtir bikîn û bi azadî li ser xaka xwe bijîn. Lê mixabin welatên dagirker ên Kurdistanê û siyaseta dewletên hegemon ên wê demê li dijî daxwazên rewa yên vê şoreşa gelê Kurdistanê sekinîn ku di encamê de bû sedem ku ew komplo li dijî Rêber Apo pêk bînin.”

‘BI AZADKIRINA RÊBER OCALAN WÊ LI HERÊMÊ AŞTÎ PÊK BÊ’

Mamoste Hîwa di beşa din a axaftinên xwe de qala bendora azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser herêmê kir û wiha axaftina xwe domand, “Rêber Apo kesayetiyekî karîzmayî yê netewî, herêmî û cîhanî ye. Ji ber wê jî bê guman azadkirina Birêz Ocalan wê bandorê li ser aştiya herêmê û nemana şer û pevçûnên li herêmê bike, bi taybetî wê li Tirkiyê aştî pêk bê. Ji ber ku Rêber Apo pêşengekî serketî û kêrhatî yê herêmê ye.”

‘TERORÎSTÊ RASTEQÎNE DEWLETA TIRK E’

Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî Mamoste Hîwa Hesen Elî bal kişande ser girîngiya piştewaniya ji bo du kampanyayên ‘Ji Ocalan re Azadî’ û ‘Ji Kurdan re Edalet’ û wiha dawî li nirxandinên xwe anî, “Em bi hemû hêza xwe piştgiriya her du kampanyayaên ‘Ji Ocalan re Azadî’ û ‘Ji Kurdan re edalet’ dikin. Erkê hemû Kurdên li her çar beşên Kurdistanê ye ku vê kampanyayê îmze bikin da ku navê PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin. Ji ber ku terorîstê rasteqîn dewleta Tirk e ku piştgirya terorîstan dike. Lê mixabin dema neteweyek daxwaza mafê xwe dike wê wek terorîst bi nav dikin. Em dubare piştewaniya xwe ya ji bo wê kampanyayê tînin ziman û hêvîdarin ku ev kampanya berfirehtir bibe da ku bandora xwe li ser siyaseta navnetewî hebe. Her wiha pişgiriya temam ji bo azadkirina Birêz Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê dikin, yan jî herî kêm ji bo girtîgeheke asayî were weguhastin.”