Hejmara qurbaniyên qezaya li Dêrikê bû 20 kes

Hejmara mirovên ku li Dêrikê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan bû 20 kes.

Li herêma Uçyol a navçeya Dêrikê TIR a Fabrîkaya Etî Bakir a Cengîz Holdîngê dema barê xwe dibir qeza kir û şêniyên herêmê ji bo alîkariyê li dor cihê bûyerê kom bûn. Lê belê hingî jî TIR'eke din da nava qelebalixiyê û di qezaya derketî de heya niha 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tedawiya 7 jê giran, 26 kesan li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê, Nexweşxaneyên Qoser û Dêrikê didomin.

Cenazayên kesên jiyana xwe ji dest dan piştî kirariyên otopsiye teslîmî malbatên wan hatin kirin. Navên 17 kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan û nasnameyên wan hatin tespîtkirin wiha ne: “Şervan Tanrisever, Mîhrîban Tanrisever, Kemal Dag, Necla Arda, Maşallah Baglayan, Mulkiye Acar, Îsa Ayebe, Hamît Akkoyûn, Înan Berk, Sîttî Abûl, Hatîp Denk, Ahmet Akdag, Mehmet Ekîncî, Bawer Babûr, Îrfan Aktaş, parêzer Baran Açan, polis Yahya Ergun.”

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay ku li pêş Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrîkê axivî, bal kişand ser îhmalên hatine kirin û wiha got: “Sersaxiyê ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazim. Em vê dizanin hem li nexweşxaneya Mêrdîn hem jî ya Qoserê hejmara birîndaran zêde ye. Ev felaketeke, gelek îhmal hene. Cadeyeke ku demekî dirêje kirine yek şerîd û TIR jî tê de derbas dibin heye. Ji ber frena TIR’a ewil diteqe qeza pêk tê. Mirov diçin wir bergirî nayên girtin û piştî nîv saetê TIR’a duyemîn tê û dikeve nav qelebalixê û dibe sedemê facîayekê. Em vê dizanin. TIR, TIR’ên Cengîz Holdîngê ne. Her kes dizane ku kontrolên barê wan û tamîrên wan nayên kirin dibin sedemê mirinan. Bawer im barê TIR’ekê gubre ye. Barê ku belavbûyî bûye sedemê qezayeke din. Em bi malbatan re li bende de ku dozger werin otopsiyê bikin. Nexweşxaneya Dêrîkê jî nexwedî bingeheke ku bibe alîkarê kesên qeza derbas kirine. Ji xwe niha birîndar sewqî nexweşxaneyên din hatine kirin.”