Hejmara kesên li Rojhilat hatin girtin derket 41’an
Hejmara welatî û aktivîstên li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine destgîrkirin ji 9’ê Çileyê heta niha gihişte 41 kesî.
Hejmara welatî û aktivîstên li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine destgîrkirin ji 9’ê Çileyê heta niha gihişte 41 kesî.
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê (KMMK) li ser malpera xwe raporek belav kir û ragihand ku di nava 11 rojan de 41 welatî û çalakvanên Kurd li bajarên Muhabad, Bûkan, Merîwan, Sine, Rebid, Solawa, Pîranşar, Neqede, Kerec û Tehranê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine destgîrkirin.
Li gorî rapora KMMK’yê, ji derveyî kesekî ku piştî şeş rojan hate girtin û berdan, heta niha 40 kes hê jî li navendên Îtilatê yên rejîmê destgîrkirî ne.
KMMK’ê diyar kir ku kesên hatine destîgkirin birine cihekî nediyar. Hêzên Rejîmê avêtin ser malan, dest danîn ser amûrên kesî û bi êşkenceyê destgîrkiri.
Komeleyê navê kesên hatine destgîrkirin wiha rêz kir: