Hejmara kesên li Şirnexê hatin girtin bû 20

Li Şirnexê ji Îna borî û heta niha 34 kes hatibûn destgîrkirin. Ji nav 34 kesan 20 kes hatin girtin.

Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirk Suleyman Soylû HDP kiribû hedef. Di navbera 17-19’ê Kanûnê de li navenda Şirnexê, Silopî û Cizîrê herî kêm 33 kes hatin destgîrkirin.

Rêvebera HDP’ê Zozan Aksû ya ku di 20’ê Kanûnê de ji bo biçe îfadeyê bide jî hate destgîrkirin. Aksû piştî 4 rojan derxistin dadgehê û biryara girtina wê hatiye dayîn. Bi girtina Aksû re hejmara kesên hatine girtin bû 20.

Di 4’ê Kanûnê de li Taxa Cûdî ya Cizîrê cerdevanê berê Tahîr Guven di çalakiyeke çekdarî de hatibû kuştin. Piştî vê çalakiyê polîsên Tirk li Şirnexê dest bi terorê kir. YPS’ê ev çalakî li xwe girtibû. Piştî vê çalakyiê Soylû HDP kiribû hedef .