Hejmara girtiyan nayê zanîn

Koordînatora Parastinê ya CÎSST'ê Berîvan Emîne Korkût diyar kir ku hejmara girtiyan di ser kapasîteya heyî ya girtîgehên Tirkiyeyê re ye, lê belê hejmara zelal nehatiye parvekirin.

Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Înfaza Ceza de (CÎSST) yek ji wan saziyan e ku li ser girtîgehan kar dike. Koordînatora Parêzeriyê ya CÎSST'ê Berîvan Emîne Korkût qala karên xwe kir.

Korkût diyar kir ku agahiya wan nîne ku li girtîgehan çiqas mirov hene. Korkût ragihand, kapasîte ji daneyên Wezareta Edaletê û saziyên wê pêk tê û bi bîr xist ku beriya şewbê hejmara girtiyan 300 hezar derbas kiribû, piştî 'Efûya Bahçelî' niha nayê zanîn ku hejmar çiqas e. Korkût diyar kir ku zêdebûna kapasîteyê ku bi qasî nîvî zêde bûye, pirsgirêka bingehîn e û anî ziman, li ser çawaniya zêdebûna kapasîteyê wan serlêdan kirine, lê belê bersiv wernegirtine.

DU SAL IN AVA PAQIJ NADIN WAN

Korkût diyar kir, tijîbûna girtîgehan di vê astê de dibe sedem ku qadeke têrker bi destê girtiyan neke ku ji bo tenduristiya wan a psîkolojîk û fîzîkî pêwîstiya wan pê heye. Korkût got, "Ji ber ku banyo û tiwalet ji aliyê gelek mirovan ve bi hevparî tên bikaranîn, hîjyen nîne û di dema şewbê de jî rîska li ser nexweşiyê zêde dike. Bi taybetî ava paqij demeke dirêj bi destê girtiyan nakeve. Mînak; li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê nêzî du sal in ava paqij bi destê girtiyan -nakeve."

PIRSGIRÊKA LI SER AGAHÎWERGIRTINÊ

Korkût diyar kir ku li ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan ew bi zorê agahiyan bi dest dixin û got, "Wergirtina agahiyên berfireh li aliyekî, em nikarin agahiyên werbigirin ku hejmara girtiyan çiqas e. Mînak, em baş nizanin ku piştî qanûna dawî çend girtî li girtîgehan mane. Pirsgirêkeke din ew e ku girtîgeh li saziyên civakî yên sivîl girtî ne. Yanî saziyên sivîl niha nikarin li girtîgehan lêkolînê bikin."

Korkût li ser amadekirina raporan jî got, "Em raporên xwe li gorî serlêdana bi nameyan û li xeta şêwirmendiyê amade dikin. Bi taybetî xwendina nameyan ji aliyê saziyê ve û piştre gihîştina wan a li ber destê me, pirsgirêkeke cidî ye. Ji bo girtî karibin bi nameya girtî serî li saziyên civakî yên sivîl bidin me gelek caran daxwaz kirin, lê mixabin ev yek nehate bicihanîn. Yanî nameyên ji saziya me re tên şandin, yan jî nameyên ku em ji girtiyan re dişînin, dema ku bi guman tên dîtin, tên astengkirin."

ÊŞKENCE Û KIRYARÊN XERAB

Korkût destnîşan kir ku di serlêdana hin girtiyan de tê ragihandin ku êşkence û kiryarên xerab li wan tên kirin û got, "Em neçar in di vir de gotina 'beyanê' bi kar bînin. Ji ber ku derfetên me nînin ku em lêkolîn bikin bê beyan rast e yan jî nerast e. Saziyên karibin bişopînin jî di nav de em serî li gelek mekanîzmayan didin. Sala dawî ji ber êşkence û kiryarên xerab ti ji personelên cemaweriyê nehatiye cezakirin."