Hejariya li Rojhilat zêde dibe, dewlet jî qereqolan çêdike

Li Rojhilatê Kurdistanê hejarî zêde dibe, gel nikare nan bibe mala xwe. Dewlet jî qereqolan ava dike.

Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber polîtîkaya dewletê krîzeke mezin a aborî heye. Vê krîza aborî herî zêde bandorê li hejaran dike. Mînaka herî sereke jî ev e ku gel nikare nan bibe mala xwe Nanê herî erzan bi hezar tumenî ye, malbateke ku ji 5 kesan pêk tê rojê 15 nanan dixwe. Ji bo malbateke biçûk bi tenê ji bo nan 3750 tumen hewce ye. Fatûreya elektrîkê mehê herî kêm 35.000 tumen e. Gaz carinan dibe 180.000 tumen. Av jî 40.000 tumen. Bihayê penîr di navbera 15 û 20 hezar tumenan de ye. Di van şertan de gel şerpeze dibe, ji ber ku nikare nan jî bikire. Dewlet bi navê ‘Yarane’ alîkariyeke civakî dide gel ev jî mehê 45.500 tumen e. Dewlet evqasî yaraneyê dide lê bi qasî katê wê heqê av û elektrîkê distîne.

JI BER HEJARIYÊ XWE DIKUJIN

Îran a ku nifûsa wê 85 milyon e, li gorî qeydên fermî ji sedî 70’ê wê bêkar in. Ji sedî 60’ê wê jî di bin sînorê hejariyê de ne. Rêjeya xwekuştinên ji ber hejarî û birçîbûnê jî zêde dibe. Li Îranê hejmara mêrên ku xwe dikujin ji ya jinan zêdetir e. Krîzeke civakî heye. Li hemberî vê rewşê tu projeyeke dewletê ya ji bo hejaran tune. Dewlet li Kurdistanê bala xwe daye ser avakirina qereqolan. Îran dixwaze Kurdan ji zaroktî ve bikin kadroyên xwe, li ser gel vî tiştî ferz dikin. Yek ji projeya din a dewletê jî ev e ku li ser navê xweparastinê rêxistinbûna leşkerî zêde bike.

GEL JIYANA BI RÛMET DIPARÊZE

Gelê Rojhilat ji ber ku xwedî çandeke berxwedêr in, polîtîkayên sîxurtiyê yên dewletê pûç dikin. Gelê Rojhilat gelekî kedkar e. Bi çêkirina gezo (hişkirina şekirê li ser pelên daran), benîştê kizwanê, mazî û simaqê û bi çandinî û xwedîkirina heywanan debara xwe dikin. Gel ji neçarî kolberiyê jî dike, lê dema ku kolberiyê dike pasdar êrîşî wan dike.

Li Kurdistanê dewlemendiya binê erdê û ser erdê gelekî zêde ye, lê gel li dijî hemû astengiyan ne li gorî siyaseta dewletê lê bi gezek nan jiyana bi rûmet diparêze.