HDP: Rayedarên Başûrî hazir in ku bi berpirsî rabin

Dema hevdîtinên rayedarên HDP'ê û KCD'ê yên li Başûrê Kurdistanê yekîtiya netewî bû rojeva sereke, hate gotin rayedarên Başûrî hazir in ji bo aştiyê bi berpirsyariyê rabin.

Bûroya Çapemeniyê ya  HDP'ê têkilî hevdîtinên li Hewlêrê û Silêmaniyê agahdarî da. Di daxuyaniyê de hevdîtin û mijarên ku hatine gotûbêjkirin hate destnîşankirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin şandeya wan îro serdana  partiya YNK'ê, Goran û Nifşê Nû kirine, her wiha çûne Girtîgeha Sor a ku dema Sedam Hisên bûbû navenda êşkenceyê û bernameya şandeya HDP'ê û KCD'ê ya bi Seroktiya Temellî îro wê biqede.

Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin ku di serdenê de ya ku 7'ê Îlonê dest pê kirî bi Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî re, bi Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî re, bi Serokwezîr Mesrû Barzanî re, Yekgirtû, Komeleya Îslamî, Zehmetkêşan re hev dîtine û hate bibîrxistin ku şandeya wan li Silêmanî bi Serokkomarê Iraqê Behrem Salih re jî rûniştiye û bi hin akademîsyenan re jî daye û standiye.

Bûroya Çapemeniyê ya HDP'ê got, ''Di hevdîtinan de mijarên weke pirsgirêkên herêmî û rêyên wan ên çareseriyê, yekîtiya netewî, mijara aştiyê hatin gotûbêjkirin. Rayedarên Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê bi daxuyaniyan diyar kirin ku ew hazir in ku ji bo aştiyê bi berpirsyarî rabin û bang kirin ku pirsgirêk bi diyalogê werin çareserkirin.''