HDP li Wan û Meletiyê bi coş hate pêşwazîkirin

Serdana namzetên HDP’ê yên Wan û Meletiyê veguherî mîtîngê. Bi hezaran kesan namzetên HDP’ê pêşwazî kirin û bi wan re govend gerandin.

Namzetên HDP’ê yên Wanê Mûazzez Orhan, Mûkaddes Karakoç, Asûman Yelmazer, Mûrat Sarisaç û Tayyîp Temel li Qelqelî û Serayê çûn serdana gel.

Heyeta HDP’ê di têketina navçeyê de bi konwoya wesayîtan hatin pêşwazîkirin û ber bi navenda navçeyê ve ketin rê.

‘HEKE EM SINDOQAN BIPARÊZIN, EM Ê KARIBIN BI SER BIKEVIN’

Dema ku konvoy heta ber buroya hilbijartinê bi sedan kesan slogana ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’ berz kirin. Namzeta HDP’ê ya Wanê Mûkaddes Karakoç bi silavkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku di dema AKP’ê de bi sedan jin hatine qetilkirin. Karakoç got ku, “Bi giyana Efrîn û Kobanê divê em sindoqan biparêzin. Bi giyana 7’ê Hezîranê em ê biçin ser sindoqan û em ê tifaqa AKP-MHP’ê têk bibin.”

QELQELÎ

Heyeta HDP’ê piştre bi konwoyê berê xwe da navçeya Qelqeliyê. Li vê derê jî bi hezaran kesan heyeta HDP’ê pêşwazî kirin û danasîna namzetan veguherî mîtîngê.
Namzetê HDP’ê yê Wanê Tayyîp Temel 33 kes bi bîr anî yên ku li Geliyê Sefo hatibûn qetilkirin û helbesta Ahmet Arîf a ’33 Gule’ bi Kurdî xwend. Temel axivî û diyar kir ku çi dibe bila bibe, divê gelê Kurd xwedî li sindoqan derkeve.

MELETÎ

Rêxistina bajêr a Meletiyê ya HDP’ê û namzetên parlementeriyê jî çûn serdana esnafên Ozsan Sanayiyê û li taxa Ozalperê bi gel re civiyan.

Namzetên HDP’ê yê Meletiyê Jiyan Taş û Kemal Gedîk  jî tevlî vê serdanê bûn. Namzeta HDP’ê ya ciwan Jiyan Taş li vê derê axivî û got, “Em dizanin ku kiryarên qetlîamên Sûrûç, Gara Enqereyê û ya Îstasyona Amedê derneketine holê. Li meclîsê em ê li kiryarên van qetlîaman bipirsin. Em sozê didin ku em ê Tirkiyeyê azad bikin. Ji bo ku tu kes neyên qetilkirin û xwendekarên me yên zanîngehan bêkar nemînin, em ê têbikoşin.”

Namzetê din ê HDP’ê yê Meletiyê Yûsûf Bozkuş jî axivî û got, “Li cihên ku HDP xurt e, dewlet dixwaze sindoqan veguhezîne cihên din. Em nikarin bibêjin ku ev hilbijartin ew ê adil be. Ji ber vê jî em bang li gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin HDP’ê û li hemberî dîktatoriya yekzilam bila biryara xwe ya demokrasiyê bidin.”