HDP, KCD û HDK: Em ji berpirsyariya xwe re amade ne

HDP, KCD û HDK’ê peyameke hevpar dan û gotin ku “Em bawerîyê bi vî tiştî tînin ku gel û bîr û bawerîyên li ser erdnîgarîya me dikarin di nav aştî, demokrasî û wekheviyê bijîn.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li gel Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) civîna awarte li dar xist. Di civinê de nûnerên KCD, HDK û HDP’ê amade bûn. Di civînê de biryar hat girtin ku hevpar bang li AKP û CHP'ê bikin û peyamên siyasî û çareseriyê bidin wan. Dîsa biryar dan ku bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên civakî û û sivîl, hemû cemaweriya Tirkiye bikin ku peyamên aştiyê û çareseriyê bidin wan û wan tev li vê pêvajoyê bikin.

Nûnerên KCD, HDK û HDP'ê daxuyanî di navbera roja duyemîn a 1'emîn Konferansa Rêxistinkirinê ya HDP'ê de dan. Hemû hevparên HDP’ê, li pêş Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kom bûn û daxuyanî dan. Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevberdevkên HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit û Sedat Şenoglu û nûnerên hemû hevparên wan amade bûn. Rêveber û hevserokên rêxistinên navçe û bajaran ên HDP'ê û Hevşaredarên HDP'ê jî tev li civînê bûn.

TEMELLÎ DAXUYANÎ XWEND

Li ser navê kongre û partiyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî daxuyanî xwend. Temellî, anî ziman ku piştî hilbijartina rêveberiyên herêmî, bi hevparên xwe re, rêxistin û saziyên demokratîk re, gelek civîn li dar xistin û wiha got: "Di van civînan de me tespît kir ku krîza aborî, siyasî û civakî ya Tirkiye her ku diçe kûr dibe û divê bi lez çareserî ji vê krîzê re bê dîtin. Di serî de Tirkiye û hemû welatên Rojhilata Navîn di pêvajoyeke pir krîtîk de derbas dibe. Di 4 salên dawî te rêveberiya otorîter û bê edalet her tişt xistiye bin destê xwe. Li pêş me 2 rê heye. Yek jê rêya kaos û şer e. Rêya duyemîn jî rêya aştiya demokratik û bi rûmet e. Rêya duyemîn jî wê civakek bêtir bi hêz bi xwe re bîne. Li dijî rêya kaos û şer pêdivî bi lihevkirina civakî û siyaseta demokratî û aştiyane heye. Ji bo vê yekê jî divê hemû derdorên siyasî, rêxistinên civakî, odeyên pîşeyî, sendîka û xwediyên wîcdan divê erk û berpirsiyariya dîrokî bidin ser milê xwe. Ji bo em aştiya civakî pêş bixin, divê em berpirsiyariyên xwe biaxivin. Divê em li gori hişmendiya muzakereyên demokratîk nêzî çareseriyê bibin. Ji bo vê yekê çi berpirsiyarî têkeve ser milê me em amade ne."

DIVÊ HER KES BERPIRSYARIYA XWE PÊK BÎNE

Temellî, bal kişand ser rola AKP'ê jî û wiha lê zêde kir: "Di çavkaniya van pirsgirêkan de AKP heye. Yekem muxatabê çareseriya pirsgirêkan AKP heye. Divê ev pirsgirêk bi rêya demokratîk û aqilê hevpar bê çareserkirin. Îktidara siyasî her dem polîtîkayên ku çareseriyê ava nakin pêş dixe. Em carek din diyar dikin ku emê li dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe ya demokratîk bilind bikin. Ji bo Tirkiye demokratîk bibe û doza Kurdan çareser bibe, divê her kes erka xwe pêk bîne. Di serî de CHP û hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî, divê berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. Divê li dijî polîtîkayên şer dengê xwe bilind bikin. Me ji bo xwe muzakereya demokratîk û rêxistina aştiyê kiriye esas. Em bang li her kesî dikin ku siyaset azad pêş bikeve û li gorî pîvanên gerdûnî yên hiqûqî gav bên avêtin. Em bawer dikin ku hemû gel, bawerî û kesên cuda dikarin di nava aştiyê de bi hevre li ser vê axê bijîn."

DIVÊ BI RÊZDAR OCALAN RE HEVDÎTIN PÊK WERE

Temelî, anî ziman ku ji bo hemû pirsgirêkên heyî çareser bibin 7 xalên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiribûn girîng in û wiha bi dawî kir: "Divê gefên Tirkiye yên li dijî Bakur û Rojhilata Sûriye bi dawî bibin. Ji bo aştiya herêmê pêş bikeve ev gelek girîng e. Li ser vê axê tişta bê kirin ne tang, top û şer e. Divê bi aktorên herêmê re muzakere bên kirin. Ji bo vê yekê jî 7 xalên ku Birêz Ocalan di 2'ê Gulanê de bi raya giştî re parve kir girîng in. Ev 7 xal ji bo çareseriya pirsgirêkan gelek girîng e. Ji bo pirsgirêk bên çareserkirin û aştiya herêmê pêş bikeve divê teqez parêzer bi rêzdar Ocalan re hevdîtinê bike. Bi rewşa dawî pêwistiya hevdîtina bi Ocalan re carek din derdikeve holê.

Operasyonên dervî sînor fêdeyê nadin tu kesî. Hêzên herêmî û navneteweyî dixwazin her dem rageşiya di nava Kurdan de zêde dikin û li ser vê yekê xwe mezin dikin. Kurdan bi bedelên mezin destkefî bi dest xistine. Ji bo van destkeftiyan biparêzin girîng e ku yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin."