HDP ji Şahiya Ciwanan a li Wanê re amade ye!

Rêxistina HDP'ê ya Wanê gelê Wanê bi taybetî jî ciwan vexwend şahiya ciwanan a roja Yekşemê.

Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Wanê roja Yekşemê li Parka Mûsa Anter bi şiyara "Serî hilde, azad bike" Şahiya Ciwanan lidar dixe. Amadekariyên ji bo şahiyê dewam kirin.

Li ser mijarê li avahiya HDP'ê ya Wanê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Serokê Komîteya Amadekar a Şahiyê Azîm Yacan û Rêveberên HDP'ê yên Bajêr tevlî civînê bûn.

Yacan diyar kir ku ji bo şahiyê wan serlêdan kirine û destûr ji wan re hatiye dayin. Yacan got, hunermend Kadîr Çat, Rûken Yilmaz û Fîkret Babat wê di çarçoveya şahiyê de konserekê bidin.

Yacan got, Parlamenter Dersim Dag û Mûrat Sarisaç jî wê beşdarî şahiyê bibin û ev bang kir: "Amadekariyên me yên ji bo şahiyê dewam dikin. Ji aliyê teknîkî ve amadekarî qediyane. Em bang li hemû hevalên xwe yên ciwan û gelê Wanê dikin ku roja Yekşemê saet 16'an li Parka Apê Mûsa bin."